Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Japonya li Iraqê kir
Li Selaheddîn, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Futushî Matsumotu Balyozê Japonya li Iraqê kir.
Li hevdîtinê de Balyozê Japonya li Iraqê ku bi helkefta bi dawî hatina erkên xwe û malavayî kirinê serdana Serok Barzanî kiribû, rûmetên xwe ji bo xebat û cangoriyên gelê Kurdistanê ya ji bo gihîştina bi azadiyê hebû û rola Serok Barzanî li qonaxên cûr bi cûrên dîroka xebata gelê Kurdistanê û proseya siyasiya Iraq û Kurdistanê de bilind nirxand.
Her li vê hevdîtinê de ronahî xiste li ser dîroka tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê û berxwedan û xwe bi dest ve nedana xelkê Kurdistanê û Serok Barzanî tekez li wê yekê jî kir ku doza gelê Kurdistanê tu demekê ber bi paşve naçê û ew destkeftên ku hene encama cangoriyeke zêdeyê gelê Kurdistanê pêkhatiye û diyariya hîç kes û aliyek nîne.
Li beşeke dinê vê hevdîtinê de, her du aliyan tekez li ser pêşxistina peywendiyên û dostayetiya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Japonya yên li warên cûr bi cûr da kirin.
Rewşa siyasiya Iraq û navçeyê mijareke dinê hevdîtina di navbera Serok Barzanî û Balyozê Japonya li Iraqê bû.