PolîtîkRojev

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir

Li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mark Bryson Richardson Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de ku David Hunt Konsolê Brîtanya li Hewlêrê amade bû hengavên nav proseya siyasiya Iraqê û gef û astengiyên li ber pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê guftûgo kirin.

Her li vê hevdîtinê de ronahî xistin li ser biryarên Dadgeha Federaliya Iraqê û Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku pêgirîbûna bi destûr û guftûgo çareseriya girift û qeyranên Iraqe. Di derbarê rewşa siyasiya Herêmê û mafê pêkhatên Herêma Kurdistanê, Serok Barzanî pêgirîbûna xwe beranber parastina mafên hemû pêkhatên Herêma Kurdistanê dûpatkir.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya mijareke dinê vê civînê bû û Balyozê Brîtanya li Iraqê pêgirîbûna welatê xwe bi encamên serdana Serokê Hikûmeta Herêmê ya Brîtanya û pêşxistina peywendiyên di navbera her du aliyan dûpatkir.


Back to top button