Polîtîk
Serok Barzanî pêşwaziya Balyoza Amerîka li Iraqê kir
Îro li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xanima Alina Romanowski Balyoza Amerîka li Iraqê kir.
Li hevdîtinê de ku birêz Steven Bitner Konsulê Giştiyê Amerîka li Hewlêrê amade bû, Balyoza Amerîka li Iraqê balkişand li ser encamên dawî yên serdana Serok Barzanî ya Bexdayê kir ku bandoreke zêde li ser nêrîna aliyên siyasiyên Iraqê û pêkanîna rewşeke erênî ya ji bo peywendîkirina li gel pirsên cûda cûda heye.
Her li vê hevdîtinê de behsa rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û hilbijartinên Parlemena Kurdistanê ya li meha cotmeha bê û pêwîstiya birêveçûna kampanyayan li rewşeke azad û dûrî li aloziyan kirin.
Pirsa mayina hêzên hevpeymanan li Iraqê û gefên terorê li ser Iraq û navçeyê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.