Polîtîk

Serok Barzanî: Nurî Malikî şaş e

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li hember daxuyaniya serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî nerazîbûn nîşan da û avakirina herêmek din a federal li Iraqê bi gaveke qanûnî zanî.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro di daxuyaniyek n de, li hember daxuyaniya serokwezîrê Îraqê  Nûrî Malikî ya derbarê avakirina herêmek din a federal li Iraqê, nerazîbûn xwe nîşan da û got ku, daxwaza avakirina herêmên federal li Iraqê, tiştek yasayî ye û ev daxaz di destûra Iraqê jî de hatiye çespandin.

Barzanî, li hember daxuyaniya Malikî matbûna xwe nîşan dide û diblje:
–  Ez ji bo vê daxûyaniyê sosret mam, ji ber ku daxwaziyên bi vî awayî tiştekî yasayiye û destûra bingehîn jî ev maf diyarkiriye û tu metirsiyek dirûst nake, belku bi berevajî yekrêziya gelê Iraqê xurttir dike.

Serok Barzanî, cext li ser qebûlkirin û cîbicîkirina destûra Iraqê kir û got, pêbendnebûna bi destûra bibgehîn dê Iraqê ber bi rewşek xeter ve bibe ne daxwaza avakirina herêmeke din û got:
– Tekez dikim ku girêdayînebûna bi destûrê, Iraqê berev hilderê ve dibe neku daxwaza biherêmkirina Îraqê.

Serokwezîr Nûrî Malikî, 7ê tîrmehê, di daxuyaniyekê de bo serokeşîrên Bexdayê, hişyarî dabû aliyên siyasî yên Iraqê yên ku dixwazin herêmek din ava bikin û dabû xuyakirin, ev hewl û gavên wiha, dê bibe sedema perçebûn û derketina şerê navxwe li Iraqê.

Back to top button