Erdogan bernama hukumetê pêşkêş kir
Parlementoya Tirkiye di bin serokatiya serokê parlementoyê yê nû Cemil Çiçek de civiya. Serokwezir Tayib Erdogan di vê civînê de bernama hukumeta nû pêşkêş kir û armanc û projeyên hukumeta nû gotin. Erdogan çerçewek ya Tirkiyek nû ku nêzikî normên Yekitiya Ewropa danî holê.
Erdogan behsa parlementoya nû kir û got ku ji % 95 dengên xelkê di parlementoyê de ye.
Erdogan behsa çêkirina desturek nû kir û got mecala ku em bikaribin bi hevre li hevkirinekî desturek nû modern û demokratik ji bo Tirkiye pêkbînin heye.Pêkanina desturek nû ji bo vê parlementoyê pirsek ya bingehîn e. Erdogan di vê derbarê de got: Bê goman di derbarê desturê de biryara dawî dê ya milet be.Em dibêjin divê ev destur herkesekî hemêz bike, ne xelkê ji hevûdin veqetînê wan nêzikî hev bike ne desturek zordar be desturek azadiyane be.Me divê ku desturek emokratik û azadiya biparêze pêkwerê.
Di derbarê Yekitiya Ewropa de jî Erdogan got: Emê ji bo ketina Yekitiya Ewropa kar bikin.Emê di qonaxa pêşiya xwe de bi hemî awayî Tirkiye bigihînin standartê welatê Ewropa. Qonaxa li pêşiya me ji berjewendiya welatêmereye.
Erdoga li ser vekirina demokratik jî dîtinen xwe wek bernameya hukumetê eşkere kir û got: Wê pêvajoye vekirina demokratîk berdewam be û dê pirsa kurd li ser bingehê wekheviyê bê çareserkirin.