Piştî Siri Sakik û Hasip Kaplan bi awayek fermî serokê gruba BDP-ê Selehattin Demirtaş û Gulten Kişinak serdana serokê parlementoyê Cemil Çîçek kirin. Piştî hevdîtin dawî hat Demirtaş daxuyaniyek ji bo rojnemevanan ragihand.

Demirtaş  di vê derbarê de got: Divê tu kes tu mercî daneyne û emê jî li gora xwe ji bo çareseriya vê pirsê tişta bikeve li ser milê me pêkbînin.

Demirtaş got ku, Cemil Çiçek ji wan re gotiye: Wek min gelek cara gotî cihê çareseriya pirsgirêkan parlementoye. Ji bo vê jî ez heviyê me hun hemî werin ji berî her tiştekî sund bixwin.

Demirtaş berdewamiya axavina xwe de got:Em naxwazin tundî çêbibe, serokê parlementoyê dixwaze ev pirs çareser bibe, lê divê hukumet hinek gavan bavêje. Çi gotin û daxuyaniyên heta niha  hatin gotin em hemiyê deynin aliyekî û ji bo çareseriyê kar bikin. Divê em bikaribin siyasetek demokratik di parlementoyê de bikin.

Gelek balkîşe ku, gotinên Demirtaş bi carekide hatine guhertin û ew uslubê tund û tûj cihê xwe ji uslubek nermtir û siyasî re hiştiye. Piştî Ocalan ronahiya kesk ji bo BDP pêxistî, uslub û gotar jî di derbkî de hatin guhertin. Dixweyê di demak nêzik pirsa sund nexawrinê jî tê çareserkirin.

 

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: