Polîtîk

Serok Barzanî dewleta Başûrê Sudanê pîroz kir

Bi minasebeta îlankirina dewleta serbixwe ya Başûrê Sudanê, îro Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê ji Salva Kiir serokomar û  gelê  Başûrê Sudanê re şand.

Barzanî di peyama xwe de pîrozbahiyê li gelê Başûrê Sudanê dike û dibêje:
– Îro rojekî pirşngdare neku her di dîroka gelê Başûrê Sudanê de, belku di dîroka gelên hemû cîhanê da, bi taybetî ew gelên ku ji bona serbixweyîya xwe xebatek dûr û dirêj kirine û dîrokê xedir li wan kiriye û nekarîne serbixweeyîya xwe bidest bixin.

Sertokê Kurdistanê di peyama xwe ya pîrizbahiyê de diyar dike û ew bi dilekî gelek şadî pêşwaziyê li îlankirina serxwebûna Başûrî Sudanê dike û dibêje:
–  Bi vê minsebetê, ez  bi navê xwe û gelê Kurdistanê pîrozbahiyê li we yê rêzdar û tevahiya gelê Başûrê Sudanê dikim ku eve jî li encama xebata weye ku çendîn sale bi navê wê azadî û serbexwebûnê we encam daye.

– Bi rastî ew tecrûbeya we tecrûbeyeke zîndiye û diyar kir ku her mîlletek îradeya serbixwebûna xwe hebe her divê rojek ji rojan bigihe wê armancê.

– Ez bi çavekî rêz ve temaşa xebata we û gelê Başûrê Sudanê dikim, di heman demî de bi erênî temaşa cureta serkirdayetiya Komara Sudanê dikim ku gelek rêz û hûrmet li biryara gelê Başûr girt ku, di referanduma ji bo vê mebestê li destpêka îsal da hate encam dan û ji % 98 zêdetirê welatiyên Başûr deng ji bo serbixweyiyê da. Ji bo wê yekê hêvîdarim li hemû cîhek bi vê nefesa bilind helsukeft li gel îradeya her mîlletek bê girtin ku daxwaza serbixwebûna wan heye.

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de dibêje ku, herêma Kurdistanê amadeye hevkarî û alîkariya gelê Başûrê Sudanê bike.

Back to top button