Polîtîk

Serok Barzanî nameyek ji Parlemenê re şand

 

Rêzdar Serokayetiya Parlemena Kurdistanê
Silavekî germ…
Yadaşta Fraksiyona Sewz (Kesk) ya li rêkefta 07.04.2015 di derbarê destgîrkirina Heyder Şeşo de gihîşt. Ji bo ku bizanin rastiya babetê çawaye, bi we radigihînîn ku piştî wê yekê bi xwîna sedan Pêşmergeyên qehreman li mîhwera Zummar û Şingalê terorîstên Da’îşê têkşikandin û tûşî mezintirîn şikestê hatin û hemû rê hatin vekirin û abluqeya Çiyayê Şingalê hate şikandin û navçeyekî berfireh hate azad kirin. Me daxwaz ji Wezareta Pêşmerge kir ku wan hemû hêzan, bi hêza Heyder Şeşo ve jî bêne rêkxistin ku li dijî terorîstan şer kirine û bikevin bin sêwan û çetra Wezareta Pêşmerge. Lê belê li şûna wê yekê ku Heyder Şeşo bê û li nav Wezareta Pêşmerge de wekî hêzekî ser bi Wezaretê destbikar bibe, li derveyê Wezareta Pêşmerge hêzekî dirust kir û bi bêyî agahdariya Herêma Kurdistanê pere ji cihên din wergirt û tehdîda desthilata Herêma Kurdistanê kir.
Ev dever navçeyekî serbaziye û hê jî şer têda heye û Serok Erkanê Wezareta Pêşmerge bi awayeke raste rast serpereştiya vê mîhwerê dike. Ji bo wê yekê jî pêwîste hemû hêz li bin Fermandeya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de bin û hemû hêz ji aliyê yek fermandeyê ve bêne serpereştî û îdare kirin.
Ev taqim bi planek ku ji aliyê me ve gelek eşkereye xwestine hêzekî cûda û îdareyekî cûda û aliyekî cûda ji bo vê deverê dirust bikin û bi bêyî wê yekê tu hesabek ji bo Herêma Kurdistanê û siyade û desthilatan bikin. Heta dû mehan me muhlet bi wan da ku divê wekî hêzên din li çarçêweya Wezareta Pêşmerge xwe rêkbixin ji bo ku îmkaniyat jî bi wan bê dayîn. Dawiya muhleta wan jî 30.03.2015 bû, lê belê qebûl nekirin beşek bin ji hêza ser bi Wezareta Pêşmerge.
Ev babet ne pirsekî hizbî û siyasiye û tu peywendiya wê jî bi PDK ve tûneye belku rewş û asayîşa Herêma Kurdistanê û yek destiya serkirdayetî kirina hêzên Pêşmerge, wê pêwîstiyê disepênê ku hemû hêz li çarçêweya Wezareta Pêşmerge de bêne rêkxistin. Ji bo wê yekê jî rê nayê dayîn ku hêzek ji derveyê yasa û Wezareta Pêşmerge hebûna xwe hebê. Ji bo wê yekê ku zêdetir ji bo we rûn û eşkere bibê ev girift ji planekî kevin ve tê. Hemû belge li ber destin ku pere ji kî wergirtine û çawa nexşeya planekî gumanî ji bo devera Şingalê kişandine.
Her ji destpêkê ve li gel birayên serkirdayetiya YNK me behsa vê babetê kiriye û ji hemû hengavan jî hatine agahdar kirin.
Dûbare dikim ku nabê tu hêzek ji derveyê Wezareta Pêşmerge bê dirust kirin û eger heta niha hinek hêzên taybet ji bo pêkhatên neteweyî û olî yan hatibe dirust kirin, hemû li çarçêwe û li bin fermana Wezareta Pêşmerge dane. Daxwaz jî dikim babet wekî xwe û dûrî ji nêrîna siyasî û hizbî bê temaşekirin.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
08.04.2015

Back to top button