Polîtîk

HPŞ tevlî hêzên Pêşmerge dibe

Fermandeyê Hêza Parastina Şingalê (HPŞ) û endamê Encumena Navendî ya YNKê Heyder Şeşo, ku “ji ber avakirina hêzeke deryasayî” hatibû girtin, hat berdan.

Parlamenterê Kurdistanê ji Fraksiyona YNKê Zana Ebdulrehman ji Rûdawê re ragihand: “Piştî ku herdu polîtburoyên PDK û YNKê şevê din civiyan û biryar dan ku wê hêzê bixin ser Wezareta Pêşmerge, îro jî Heyder Şeşo hat berdan.”

Şeva 6ê Nîsana îsal, fermandeyê Hêza Parastina Şingalê Heyder Şeşo, bi hêceta ku li devera Şingalê “Heşda Şeibî” ava kiriye, ji aliyê hêzên Asayişa Dihokê ve hatibû girtin.

Piştî belavbûna îdiayên girtin, revandin û wendabûna berpirsê “Hêza Parastina Şingalê” Heyder Şeşo, Serokatiya Herêma Kurdisanê ragihand ku Heyder Şeşo ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Başûrê Kurdistanê ve hatiye girtin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê duhî diyar kir ku wan beriya niha hişyarî dabûn Heyder Şeşo û hinek kesên din ên ku dixwestin hêzeke deryasayî li Şingalê ava bikin lê wan guhê xwe neda vê yekê.

1830

Back to top button