Cîhan

Serok Barzani li gel sekreterê NY civiya

Serokê Herêma Murdistanê Mesûd Barzanî ligel Sekreterê NY û Cîgirê Serokwezîrê Kiwêtê û şandek ji Kongrêsa Amerêkayê civiya.Îro Serok Barzanî di çarçoveya roja duyem a Konferansa Asayişa Cîhanê li bajarê Munichê, ligel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Entonyo Goterês civiya û di wê hevdîtinê de çend mijarên mîna, rewşa navçeyê bi giştî û şerê Mûsilê û hatina hejmareke mezin ji koçberên Iraqê bo Herêma Kurdistanê, hatin gotûbêjkirin.Piştre, Serokê Herêma Kurdistanê ligel Cîgirê Serokwezîrê Kiwêtê civiya û di wê hevdîtinê de pêwendiyên dûalî û rewşa navçeyê hatin gotûbêjkirin.Herwiha Serok Barzanî ligel şandek ji Kongirêsa Amerîkayê jî civiya û biryar e jî îro ligel cîgirê Serokê Amerîka û Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Îtalya û Wezîrê Bergiriyê yê Almanya bicive.

Back to top button