Wezîra derve ya Avustrulyayê Julie Bishop serdana Panmunjom kir.Panmunjom gundek balkêşe û sinorê Koreya Bakur û Başûr e. Dema şerê navbera herdu Koreyan de, sala 1953 27ê Temuzê ji bo sekinadina şer û aşitiyê li vî gundî hevdîtin hatin kirin û peymanek hate îmzekirin.Gundê Panmunjom kolan bi kolan sinor hatiye danîn. Avahiya ku peymana li hevhatinê lê hatî îmzekirin bi xwe jî du beşin beşek Koreya Bakur û Beşek jî ya Başûr e. Heta radeyekî maseyê ku peyman li ser hatî îmzekirn bi xwe nêvî sinorê Bakur û nîvê din jî yê Başûr de maye.Piştî 1953ê, bi tu awayî pêwendî di navbera xelkê Bakur û Başûr de tunebû. Telefon nebûn û nedikarin nameyan jî ji bo hev rêbikin. Çûyin hatin qet nebû. Bi hezaran malbet bibûn du beş û bi dehên salan tu agahdarîya wan ji hev tînebû. Cara ewil sala 2000 herdu beşên Kore encama hevdîtinan de hiştin ku hêdî xelk herin û werin û bi vê yekê cara yekem pêwendiyek di navbera malbat û xelkê herdu Koreya de pêkhat.Li vî gundî leşkerên Koreya Bakur û yên Amerika û NY hene û li sinor nobetê digrin. Gelek cara aliyek yê kolanekî leşker li himber hev nobetê digrin. Gelek cihan metreyek di navbera leşkerên Amerikî Koreya Bakur de heye.Bi serdana wezîra derve ya Avusturya cardin ev gund hate rojeva cîhanê. Gund valeye û kesek lê najî. Wek herêmek leşkeriye.