Serok Barzanî li gel Cîhnişînê Ebudabî civiya
Li ser vexwendineke fermî ya Cîhnişînê Ebudabî Serok Barzanî li gel şandekî serdana Îmarata Yekgirtiya Erebî kir û roja yekşem 25.11.2018 li Ebudabî li gel Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehiyan Cîhnişînê Ebudabî û Cîgirê Fermandeyê Hêzên Çekdarên Îmarata Yekgirtiya Erebî civiya.
Li vê civînê de ku Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û Azad Berwarî Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê jî amade bûn, rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û peywendiyên her dû aliyan guftûgo kirin û di derbarê pêşhatên dawî û guhertinan de danustandina bîr û ramanan gir.
Her li vê civînê da Cîhnişînê Ebudabî xweşhaliya xwe ji bo serdana Serok Barzanî ya Bexda û berev pêşveçûna peywendiyên di navbera Herêm û Bexda ragihand û amadehiya xwe ji bo hevkarî û hemahengiya bi mebesta pêşketina peywendiyên di navbera Herêm û Bexda nîşanda û heman demî de jî amadehiya xwe ji bo pêşkêşkirina hevkarî û hemahengiya bi mebesta berev pêşveçûna aramiya li navçeyê bi giştî da derbirî.