Polîtîk

Serok Barzanî: Iraq di nav qeyraneke xetere de ye

Serokê Kurdistana federe Mesut Barzanî, di derbarê qeyrana ku li Iraqê her diçe dijwar dibe de, hişyariyên xwe kirin û xwest ku, pirsgirêk ji kokê bêne çareserkirin.

Ji aliyê Rêvebiriya Herêma Kurdistana Federe de, daxuyaniya nivîskî hat kirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku, niha Iraq di nav qeyraneke xetere de ye. Ji pirsgirêk çareserkirinê revîn, wê derî ji bobelatekê re veke. Me bawer dikir ku, zagona bingehîn ê welêt têxe rotayeke rastîn. Ancax me dît ku, zagona bingehîn hat îhlalkirin. Îhlalkirina zagona bingehîn jî, qeyrana ku em niha dijîn derxiste holê.

Di daxuyaniya nivîskî de hat îfade kirin ku, rewşa niha nayê qebûl kirin. Lazime rewş vegere rewşa berê. Em naxwazin ku li Iraqê dîktatorên nû derkevin. Ji ber ku em karibin rê li ber dîktatorên nû bigirin, lazime çareseriyên mayînde em bibînin.

Tê zanîn, di çend mehên dawîn de, di navbera Herêma Kurdistana Federe, lîsteya El Iraqiyeyê, lîsteya Kurdistanê û Tevgera Sadr  û Hikumata Navendî a Iraqê û bi taybet jî Serokwezîr Nurî El Malîkî de qeyranek heye. Muxalif hewl didin ku Malîkî ji desthilatdariyê bixînin lê heta niha serkeftî nebûne.      

Back to top button