Polîtîk

PYD sekreterê Partiya Azadî revand

Partiya Azadiya Kurd li Suriye da xuyakirin ku, doh li ser tixûbê Kurdistana Rojava û Kurdistana Başûr di gundekî de sekreterê partiya wan ji aliyê hinek kesên çekdar yên PYD-ê ve hatiye revandin.

Herweha  eşkere kirin ku niha ew li Dêrikê di destê PYD-ê de girtiye.
Li gora ku nûçeyeke ANF de hatî belav kirin kesekî bi navê PYD daxuyaniyek daye û gotiye me grubek kes li ser tixûbê Kurdistana Başûr girtine û Mustafa Cuma jî di nav wan de ye.

Berpirsên Partiya Azadî dan xuyakirin ku Mustafa Cuma dixwest derbasî Kurdistana Başûr bibe.

Di vê derbarê de nûnerê Partiya Azadî li Herêma Kurdistanê Kawa Azîzî ji Mîdyanewsê re got:“Ev kar û kiryarên han, hemû belge û rêkeftinên îmzekirî di navbera ENKSê û Encûmena Gel li Rojavayê Kurdistanê ya PYDê hildiweşîne.”

Azîzî tekez kir ku ev kiryar dibe ku bibin sedema volkaneke kurdî û encamên wê dê pir xirab bin.

Her wiha Azîzî aşkera kir, “Serokê Encûmena Gel ji me re tekez kir ku niha Mistefa Cuma li ba wan li Dêrikê ye.”

Ezîzî diyar kir “Serokê berê yê ENKSê Ehmed Silêman û çalakê kurd Beşar Emîn dê Cuma ji aliyê PYDê ve werbigirin.”

Mistefa Cuma sekreterê giştî yê Partiya Azadî

 

Têkeliyên di navbera herdu aliyan de Partiya Azadî û PYDê, piştî bûyerên li herêma Efrînê xirab bûbûn dema hinek pevçûnan di navbera Komîteyên Gel yên PYDê û alîgirên Partiya  Azadî de rû dabûn ku cara yekem bû li Herêmên kurdan li Sûriyê du aliyên kurd rûbirûyê hev dibin.

PYD wê demê Partiya Azadî li Sûriyê bi dijatiya kurdan û bertengkirina destkeftan û bi wergirtina dolaran ji Tirkiyê tawanbar kiribû û sekreterê Azadî Mistefa Cuma tawanbar kiribû ku bi hêzên derve re û bi rênmayên Selah Bedredîn ku “di hembêza dewleta Tirk de dimîne” kar dike.

Partiya Azadî jî Komîteyên Parastina Gel yên PYDê bi girtina komek welatiyên kurd li herêma Efrînê û di nav wan de endamekî Encûmena Niştimanî ya Kurd tawanbar kiribû.

Back to top button