Civak

Li Erganiyê qezaya trafîkê : 7 kes mirin

Li navçeya Amedê, li Erganiyê, wesaîteke ku ji dawetê vedigeriya gund, li ser rêya gundê Ahmetliyê qeza derbas kir. Di wesaîtê de 16 kes hebûn. Li cihê qezê, Rojin Bingol, Emrullah Bingol û dayik Hatun Bingolê jiyana xwe ji dest dan. Hemû kesin di wesaîta qeza kirî de birîndar bibûn. Birîndar rakirin nexweşxanê lê li nexweşxanê 4 birîndarên din jî jiyana xwe wenda kirin. Hejmara kesên mirin bû 7. Birîndarin din, 9 kes rakirin nexweşxana Amedê a dewletê û girtine bin dermankirinê.

Ev qezaya dilsoj, li ser rêya navbera navçeya Erganiyê û gundê Ahmetliyê, nêzika gund qewimiye.  

Back to top button