Polîtîk

Demirtaş: Ji bo aşîtiyê 3 pêşniyarên me hene

Hevserokê Partiya Aşîtî û Demokrasiyê (BDP) Selahattin Demirtaş, hevpeyvînek da rojnamevan Neşe Duzelê. Di hevpeyvînê de Demirtaş, bi giranî li ser pirsgirêka Kurd, çareserkirina pirsgirêkê, helwesta BDPê a di derbarê siyaseta AKPê de anîn ziman. 

Hevserokê BDPê Demirtaş, li ser 3 pêşniyara sekinî û xwest ku werine ceribandin. Ew 3 pêşniyarên xwe, Demirtaş wiha rêz kirin:

 “Em bi gavên biçûk destpê bikin. Gava yekem, bila guhertinên zagonê bên kirin, kesên hatine girtin bila werine berdan. Piştî vê gavê, bila mercên Ocalan bêne guherandin. Dûra jî, bila mekanîzma diyalogê were sazkirin. Di vê pêvajoyê de Ocalan, wê talîmata, derxistina PKKê a derveyî sînor, bide.”

“Rastiya Kurdan êdî, ’em realîta Kurdan nasdikin, Kurdên birayê min, canê min, kezeba min’ ev qonaxa pirr derbas kiriye. Kurd, êdî li Rojhilata Navîn hêzeke ku berî siyasetê  diguherînin in. Ku kî li herêmê siyasetê dimeşîne, mecbûre ku Kurdan bigire hesêb.”

“Heta niha rêberên Kurdan ên ku hilkişiyane Qendîlê kê karibû daxîne? Talabanî û Barzanî jî 15 salan berê ên li Qendîlê bûn. Saddam karibû wana li wira daxîne? Kesî karibû Qendîl dorpêç bikira? Rêberên Kurdan ên ku hilkişiyane Qendîlê, heta ku çareserî nebûye qet daneketine.”

Hevserokê BDPê Selahattin Demirtaş, eşkere îfade kiriye ku, daxuyaniya Leyla Zana a ku gotibû,”Serokwezîr Erdogan kare pirsgirêka Kurd çareser bike” diyar kir ku ew fikra wê a bixwe ye û ew wisa nafikirin. Demirtaş, “aşîtî û wekheviya ku Kurd dixwazin ev serokwezîra nikare pêk bîne.”

Demîrtaş, li ser pirsa, “hûn pergala serokatiyê destek dikin”, anî zima ku wana destekê nadine pergala serokatiyê. Em dixwazin ku, federasyon, xweserî û eyalet bîne niqaş kirin. 

 

 

Back to top button