Polîtîk

NB:Divê girîngiyê bidin sektora taybet

Li Hewlêrê, di bin serokatiya serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û bi amadebûna cîgirê serokwezîr Îmad Ehmed, civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê civiya.

Di civînê de û li gor budceya herêma Kurdistanê ku, doh ji aliyê parlamentoya Kurdistanê ve hatiye pesindkirin, li ser fermana serokê hikûmetê biryar hat dan ku her ji sibê dest bi dana hemû curên pêşîneyan bê kirin weke, pêşîneya xaniyan, zewac û qerz û hemû qerzên din ku ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve ji welatiyan re tê dan. Û saziyên hikûmetê yên peywendîdar hatin erikdar kirin ku, her ji sibê (roja sîşemiyê 26.06.2012) hewlatî bikaribin pêşîneyan werbigirin.

Di civîna  civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê de projeyê Bikarxistinê yê wezareta kar û karûbarên civakê a hikûmeta herêma kurdistanê hat qebûl kirin û daxwaz ji wezareta ekonomî hat kirin ku budceyê bo dabîn bike.

Projeyê Bikarxistinê, projeyekî wezareta kar û karûbarên civakî ye û li gor projeyê bêkar û karxwaz dê di kursên taybet de hînî pîşeyên taybet bibin ku bikaribin bi hêsanî karî peyda bikin, bi taybetî di nav sektora taybet de kar bê peyda kirin.

Mijara damezrandinê (teîn) ku, birayare li gor budceya îsal a hikûmeta herêma Kurdistanê 17 hezar kes li herêma Kurdistanê bikar bikevin, di civînê de hat gotûbêj kirin û serokê hikûmetê ferman da ku prosesa damezrandina wan 17 hezar kesan şefaf be û komîteyeke taybet bo bicîanînê bê pêkanîn.

Rewşa trafîkê, rê û otorêyên Kurdistanê û bilinbûna rêjeya qezayên tirafîkê mijareke din a gotûbêjên civîna civata wezîrên Kurdistanê bû. Civînê biryar de ku:

– Yên yasayên trafîkê bin pê dikin divê bi giranî bên ceza kirin.
– Kamerayên kontrolê li ser rêyan, bi taybetî li ser rêyên dervey bajaran, bên danîn.
– Zêdekirina nîşanên trafîkê li ser rê, cade û kolanan.
– Ji bo cîbicîkirina xalên li jor divê wezareta navxwe û wezareta avadankirinê hevahengiyê bikin.
– Dest bi hişiyarkirneke berfireh li ser yasa û rênîşanderên trafîkê bê kirin û ew di programê xwendinê de bê tesbît kirin û wezareta perwerdeyê amadekariyan bo bicîanîna vê armancê bike.
– Wezareta navxwe bi rêya kanalên ragehandinê, amadekirina bername û reklamên cihê, dest bi kampaniyayeke hişiyarkirinê bike û metirsyên wê ji xelkê re diyar bikin.

Mijareke din a civînê rewşa wan karmendan yên ku, ji başûr û naverasta Îraqê ji ber terorê reviyane herêma Kurdistanê, bû. Hikûmeta Îraqê meşaê wan kermendan ku, piranî jê mesîhî ne, birye. Serokê hikûmetê biryar da ku, hikûmeta herêma Kurdistanê meaşê wan karmendan bide û di heman demê de jî fêdey ji pisporî û şarezayêyên wan werbigire. Herwesa serokê hikûmetê daxwaz ji hikûmeta Bexdayê dike ku, maf û meaşê wan karmendan bide.

Li dor wergirtina xwendekaran li peymangeh û zanîngehan jî, civata wezîran biraya pêkanîn akomîteyek etaybet da. Di vê ew komîteye li gor pêdawîstiyên herêma Kurdistanê warên xwendinê destnîşan bike. Hikûmeta herêma Kurdistanê pêwîstî bi çi pisporiyê heye? Bazarê Kurdistanê pêwîstî bi çi warê xwendinê heye? Divê xwendekar di wan waran de bixwînin yên ku bazarê Kurdistanê pêwsîtî pê heye.

Back to top button