Polîtîk

Serok Barzanî: Em tu demekê wê zulmê ji bîr nakîn.

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta bîranîna sîh û du saliya Enfala Behdînan

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Tawana Enfala Behdînan berdewamiya wan zincîre tawan û karesatan bû ku rejîma berê yê Iraqê bi mebesta qirkirin û ji navbirina gelê Kurdistanê li salên heştiyên sedsala bîstem da li navçeyên cûda cûdayên Kurdistanê encam da. Li 25ê Tebaxa 1988 heta 6 Eylûla 1988 da beşeke zêdeyê navçe û gundên devera Behdînan ketine ber helmeta nemirovaneya kîmyabarankirin û girtin û kuştin û veguhestin û enfala welatiyên bê tawan ji aliyê hêzên rejîma wê demê ya Iraqê da. Bi hezaran kes şehîd û bêserûşûn û koçber kirin û sedan gund jî rûxandin.

Mezintirîn kêşeya rejîmên berê û neyarên Kurdistanê, hebûna gelek bû ku xwediyê dîrok û cografya û taybetmendiyên neteweyî bû. Mebesta wan ewe bû li rêya zorê û jenosayd û enfal û guherîna demografya ve dawiyê bi hebûna gelê Kurdistanê bînin. Lê belê xweragiriya xelkê Kurdistanê rêya wê yekê girt ku ew plana şûm û nemirovane ser bigrê.

Li bîranîna karesata Enfala Behdînan da tekez li ser rewayetiya maf û daxwaziyên gelê xwe dikîn û pêwîste jî dewleta Iraqê qerebûya wan hemû tawan û karesatan bike ku li sedsala derbasbûyî de li ser gelê Kurdistanê de aniye.

Li vê bîranîna tehl da silav ji bo giyanê pakê şehîdên Enfala Behdînan û Germiyan û Barzan û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê re dişînîn û radigihînîn ku tu demekê wê zulm û êş û tawanan ji bîr nakîn ku li dijî gelê me da hatine kirin.

Mesûd Barzanî
25 Tebax 2020

Back to top button