Polîtîk

Serok Barzanî du nûnerên xwe dişîne ba xwenîşanderan

Duhî li bajarê Selahedînê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê digel şandeyeke civata wîlayeta Silêmaniyê ku, ji serokê civatê û nûnerên PDK, YNK, Goran, Yekgrtoya Îslamî û Komela Îslamî pêkhat bû, civiya.

Di civînê de rewşa herêma Kurdistanê û bi taybetê bûyerên Silêmaniyê hatin gorûbêj kirin.
Li gor axavtina seroka lîsteya Yekgitoya Îslamî ku di civînê de amade bû, serokê herêma Kurdistanê gotiye ku ew amadeye biçe Silêmaniyê û digel xwenîşanderan danûstandin bike, lê nuha wextekî ne minasib e.

Serok Barzanî gotiye ku ew dê du nûnerên xwe Kawe şêx Hefîdê şêx Mehmûd û Hacî Hacî axayê Qeladizî ji bo danûstandina bi nûnerên xwenîşanderan re bişîne bajarê Silêmaniyê.

Li gor axavtinê Şêrko Ebdula serokê lîsteya YNK li nav civata wîlayeta Silêmaniyê ku ew jî di civîna digel Barzanî de amade bû, di civînê de nûnerên hemû  partiyên siyasê gelek vekirî û eşkere behsa rewşa Silmaniyê kir û daxaz kir ku piroblema civata wîlayeta Silêmaniyê bê çareser kirin.
Wî got ku serok Barzanî digel hemû daxaznê wan bû tekîd li çareseriya hemû pirsgirêkan kir.

 

Back to top button