Polîtîk

Hevkariya Wikileaks û Taraf

Rojnama Taraf rojeva siyasî ya Tirkiye diguherînê.

Li gora ku hatî ragihandin Julian Assange berpirsê Wikileaks, li Ingiltere nivîskarê Tarafê Yasemîn Çonkar re hevdîtinek pêkanî û di vê hevdîtinê de biryar hate dayîn ku, 24 hezar belgeyên di derbarê Tirkiye de, yên ku di destê Wikileaks de bidin rojnama Tarafê û ev belge ji aliyê Tarafê ve bêne belav kirin.

Di vê derbarê de Ahmet Altan dibêje ku, Wikileaks li gel me pêwendî daniye û xwestiye ku li Tirkiye em wek rojnama Tarafê van belgeyan belav bikin, ji ber ku rojnama herî bi cesaret tişta belav dike Taraf e.

Li gora ku Altan dibêje wan li gel Julian Assange pêwendî hebû. Altan dibêje me ji bo belavkirina van belgeyan tiştek nedaye Wikileaks. Tenê 11 hezar belge dane me ku em wan belav bikin.

Back to top button