Serok Barzanî digel hevwelatiyan Newroz pîroz kir

Duhî roja yekê a cejna Newrozê, Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê serdana seyrangehên Henare û Tewsike li sînorê wîlayeta Hewlêrê kir û ji aliyê seyraniyan ve hat pêşwazî kirin.

Serok Barzanî jinêzîk ve pîrozbahîya cejna Newrozê û sersala nû a kurdî li wan malbatan, yên ku ji bo seyranê hatibûn wê deverê, kir. 

Dema serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî gihiştiye wan seyrangehan, seyraniyan bi germî pêşwazî li serok Barzanî kir û kêfxweşiya xwe nîşan dan. 

Her di êvariya  eynî rojê de, serokê Barzanî serdana seyrangehên Akirê kir  û cejna Newrozî li seyraniyên wan seyrangehan kir

Nerîna min :