Serok Barzanî digel Ebdulbasit Seyda civiya

Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê, duhî roja pêncşemiyê 02.08.2012ê li Selahedînê, pêşwazî li Ebdulbasit Seyda serokê meclisa netweiya Suriyeyê û heyeta pê re kir.
Li gor malpera fermiya seroaktiya herêma Kurdistanê, Ebdulbasit seyda serokê Meclisa Netweiya Suriyeyê digel hijmareke xelkê devera Cizîrê û Heseke serdana Mesûd barzanî kiriye û di civîneke hevbeş de tekîd li ser biratiya kurd û ereban û rêgirtin li wan hewilên ji bona têkdana wê biratiyê tê kirin kiriye.
Di civînê de, serokê Kurdistanê piştgiriya xwe bo daxwazên rewayên gelên surî dupat kir û got ku, dive xelkê surî bixwe biryara çarenivîsê xwe û paşeroja welatê xwe bide.
Weke tê zanîn ev civîna serokê Kurdistanê a digel serokê meclisa netewiya Suriyeyê piştî serdana wezîrê derve yê Tirkiyeyê Ehmed Dawudoglê tê