Polîtîk

Davutoglu li gel opozisyon a kurd û ereb civiya

Wezîrê derve yê Tirkiye Ehmed Davutoglu li Hewlêrê li gel ENKS û ENS civînek hevbeş pêkanî.

Di vê civînê de serokê ENS Abdilbasit Seyda û serokê ENKS Îsmail Heme  jî amade bûn. EGRK û PYD beşdarî di civîne de nekirin. Wek din di hevdîtinê de wezîrê navxwe yê Kurdistanê û endamê mekteba siyasî ya PDK Kerim Sincarî û endamê mekteba siyasî ya YNK-ê Sedî Pîre jî amade bûn.

Li Kurdistana Rojava desteya bilind a kurdan bi ENKS û EGRK pêkhatiye û niha gelek bajar û bajarokên Kurdistana Rojhilat di bin destê vê desteyê de ye.

Wezîrê derve yê Tirkiye serdana Kurdistana Başûr kirîbû û li gel serokê Kurdistanê hevdîtinek pêkanîbû. Piştî ve hevdîtinê wezîrê derve yê Tirkiye serdana bajarê Kerkûk kir û cardin vegeriya Hewlêr û ev civîna girîng li gel opozisyona kurd û erebe li Suriye pêkanî.

Back to top button