Polîtîk

Serokê PYDê Muslim: Em perçekî muxalefeta Suriyê ne

 

Serokê PYDê Salih Muslim, derkete radyoya Dengê Rusyayê û nirxandinên di derbarê Suriye û Kurdên Suriyê de kirin.  Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye li derve û hundur gellekî nerehet e.Hewl dide pêşî li vê şoreşê bigre. Muslim bi radyoyê re qala rewşa Kurdên li Helebê kir û got, ” ku pevçûnên li Helebê  diqewimin, li taxên ku komên Îslamî yên radîkal lê hene zêde dibin. Ev pevçûn bandorê li Kurdan jî dike û ji ber wê jî, em niha di pozîsyona  xweparastinê de ne.” 

Salih Muslim herwiha anî ziman ku, heta niha taxên ku Kurdan nebûne hedefa alîgirên artêşa Sûriyeyê û ne jî Artêşa Sûriyeya Azad. Kurdên li Helebê xwe baş bi rêxistin kirine.

Salih Muslim bal kişand ser kontrola Kurdan a li ser herêmê û destnîşan kir ku li bajarên Qamişlo û Serê Kaniyê leşkerên rejîma Sûriyeyê  hene, lê belê ev xwe tevlî karên rêveberiyên herêmî nakin. 

Serokê PYDê îdîayên dewleta Tirkiyê ên ku dibêjin PKK li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê bi cih bûye nirxand û got; Ev 30 sal in Enqere di bin navê têkoşîna li dijî PKKê de, tevî partiya me, li dijî hemû Kurdan têdikoşe. Beriya her tiştê naxwaze Kurdên li Sûriyeyê bibin yek. Ji roja serhildanên li Sûriyeyê dest pê kirin û vir ve, Tirkiye ji bo leşkerên xwe têxe Sûriyeyê li hincetan digere. Lê ne Erebên li Sûriyeyê û ne jî Kurd êdî nema dixwazin bikevin bin kontrola Osmaniyên Nû.

Muslim herî dawî anî ziman ku ew parçeyek ji muxalefeta Sûriyeyê ne û em tu carî ji wana dûr neketin û got, lê di nava muxalefeta Sûriyeyê  de yekitiyek tune ye. 

 

Back to top button