Sefîn Dizeyî: Bila Tirkiye şaşiyên berê dubare neke
Sefîn Dizeyî wezîrê berê yê perwerdeyê yê hikûmeta herêma Kurdistanê ji NTV a tirkî re behsa rewşa rojavayê Kurdistanê û Suriyeyê kir û got ku, divê Tirkiye siyaseteke wekhev li hember opozisyona surî hebe û kurdan îhmal neke. Dizeyî dibêje ku, pêwîste Tirkiye ew şaşiyên li hember herêma Kurdistanê kirine li hember bakurê Suriyeyê, rojavayê Kurdistanê, dubare neke, dive Enqere bi awayekî wekhev nêzîkî opozisyona surî bibe û dive Enqere kurdên suriyê piştguh nexe.
– Pêwîste Tirkiye têkelî digel kurdên suriyê hebin, eger Tirkiye wisa hisab bike hebûna kurdan nine, ew karekî şaş e. 3 milyon kurd li Suriyeyê dijîn, jiber hindê serokên kurd ji nêzîk ve çavdêriya bûyerên Suriyê dikin û hertin banga çareseriya aûityê dikin.
– Raste tesîra birêz Barzanî li ser kurdên surî heye, lê em naxwazin dest bixin nav karûbarên naxweyî yên Suriyeyê, em amadene bi rêyên aşitî û demokrasî alîkariya wan bikin.