Serok Barzanî daxaza kongreyeke niştimanî kir
Piştî kûrbûna kirîza siaysî li Îraqê û hatina her du cîgirên serokmarê Îraqê Tariq Haşimî û Xwzeyîr Xuzayî bo Silêmaniyê û Salih Mutlek cîgirê serokwezîrê Îraqê û Rafi Îsawî wezîrê darayî bo Hewlêrê, duhî serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî digel Salih Mutlek û Rafi Îsawî civiya û bi telefonê jî digel serokmarê Îraqê şêwirî û ji bo çareseriya rewşa aloza Îraqê ev daxuyaniya li jêr da.
Bi navê Xwedê mezin û mihiriban
Ew bûyera di roja yekşemiyê 18ê vê mehê de li balefirxaneya Bexdayê qewimî cîha dilgiraniyeke mezin e ku, di vê bûyerê de li balefirxaneya Bexdayê de bi awayekî neberpirsiyartî û nemaqûl li hember herdu cîgirên serokkomar Tariq Haşimî û Xwzeyîr Xuzayî, Salih Motlek cîgirê serokwezîr û wezîrê darayê Rafê Îsawî reftar hatiye kirin û bo demê çend saetekena rê nedayê sefer bikin. Weke hatiye gotinê ew yek ji ber sedemên emnî bû, lê ew reftar bi tu awayî nayê qebûl kirin.
Prasatina emniyetê û îstîqrarê li welêt berpirsiyariya hemû aliyan e, pêwîste em hemû hevakr bin daku piştî vekişîna hêzên amerîkayî tu valahî çê nebin û nebe li hember terorê jî xemsarî bê kirin. Lê di heman demê demê de nabe aliyê amnî têkelî siyasetê bikin yan jî ji bo armancên din bikarbînin, lê divê ew meseleyên emnî saziyên edaletê yekalî bike û biryarê li ser bide.
Mixvabin, rewşa Îraqê ber bi aloziyên dijar ve diçe û şeraket di hikûmetê de dibin gefan deye, ji ber hindê daxazê ji hemû aliyan dikim pêngavan ber bi niyetpakijî û lêbihurînê pabêjin û helwestên xwe yên dijwar di ber çavan re derbas bikin û hemû aliyên siyasî careke din wegerin ser destpêşxeriya me ya sala derbas bûyî yaku, li ser esasê wê rêkeftin hat bû kirin û bi taybetî şeraket di hikûmetê de.
Ji bona ku welat vegere ser rêya karê hevbeş û şeraketa rasteqîne, û piştî rawêjakariya digel cenabê serokomar, daxaza sazkirina kongreyeke niştimanîya lezgên dikin daku pirosesa siyasî ji jinavçûnê rizgar bibe û welat ji karesata dûr bikeve.
Masûd Barzanî
Serokê herêma Kurdistanê
19-12-2011