Cîhan

Du partiyên nû li herêma Kurdistanê ava dibin

Wezareta navxwe ya hikûmeta herêma Kurdistanê diyar kir ku du partiyan nû daxaza wergirtina destûra qanûnî karkirinê ji wezaretê kiriye.

Di daxuyaniyekê de Fayeq Tufîq cîgirê wezîrê navxwe got ku du partiyên nû bi nasvê; Partiya Rabşna Niştimanî li Hewlêrê û Tevgera paşeroja Kurdistanê li bajarê Duhokê bi fermî daxaza wergirtina destûra qanûnî pêşkeşî wezareta navxwe ya hikûmeta herêma Kurdistanê kiriye.

Tufîq got ku wezareta navxweyî lêkolînê li ser dike û eger hemû şertên wan hebin û tu pirsgirêk nebin dê ji bo asayîşa giştê bên şandin û paşî jî razemendî li ser dê dayîn û îcazeya qanûnî ya karkirinê ji wan her du partiyan re bê dan.

Li gor qanûna partiyên siyasî li herêma Kurdistanê ku sala 1993ê ji aliyê parlamnetoya Kurdistanê derketiye, her kesî/ê mafê damezrandina partiyên siyasî heye lê; divê desteya damezrêner ji 50 kesî kêmtir nebe, zêdetir ji 500 endaman hebin û pirogramê wan digel prensîpên demokrasiyê mitabiq bin û armancên wan jî li dijî berjewendiyên giştiyên herêma Kurdistanê nebin.

Li gor îstastîkên wezareta navxwe li herêma Kurdistanê heta bi nuha 37 batiyên siyasî li herêma Kurdistanê hene.

Back to top button