Em daxwaza federaliyê dikin
Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, Ebdulhekîm Beşar di hevpeyvînek ligel Rûdawê de behsa rewşa niha ya Sûriye û senaryoyên piştî rûxandina rejîma Esed dike. Herwiha behsa daxwaza Kurdan û problemên navxweyî yên Rojavayê Kurdistanê dike.
Berî her tiştî Beşar Esed diçe yan dimîne?
Di siyasetê de tiştekî yekalî tune, lê belê li gor guherînên ku li deverê diqewimin divê Esed here. Rêjîmên zordest hildiweşin û demokrasî dikeve dewsa wan.
Rewşa Sûriyê ne zêde zelale
Eger Esed ket, kesê ku li pey wî bê wê ji Kurdan re baştir be?
Rewşa Sûriyê ne zêde zelal e. Yên ku vêga di bereya opozisyonê de ne, hinek ji wan lîberal in û hinek jî totalîter in, xwediyên heman bîr û baweriyên Beesiyan e. Yek ji wan Îxwan Muslimîn e, ya din jî Yekîtiya Sosyalîst e ku kopiya Beesiyan in û nakokiya wan ligel Beesê jî ne li ser siberoja Sûriyê ye, lê li ser wergirtina desthilatê ye. Em ligel aliyên demokrasîxwaz kar dikin, da ku rê li pêşber hêzên totalîter teng bikin û da ku em Sûriyeke demokratîk ava bikin.
Îxwan Muslimîn tenê dikare di nav Erebên Sunnî de kar bike
Vêga Îxwan Muslimîn û Yekîtiya Sosyalîst, ku hûn bi xwe dibêjin partiyên totalîter in, li pêş in. Çi garantiyek heye ku rewşa Sûriyê piştî ketina rêjîma Beşar Esed baştir bibe?
Li Sûriyê çend netewe hene weke Ereb, Kurd û Aşûrî. Çend ol jî hene weke Misilman, Mesîhî, Elewî û Derzî. Hejmara van hemuyan bi hevre ji Erebên Sunnî zêdetir e. Îxwan Muslimîn jî tenê dikare di nav Erebên Sunnî de kar bike, lê li derveyî Erebên Sunnî nikare tiştekî bike bona bihêzkirina pêgeha xwe.
Pêkhateyên Sûriyê bi hevre ji Erebên Sunnî zêdetir in, lewma em di wê baweriyê de ne ku Îxwan Muslimîn wê bi roleke zêde rabe, lê nabe rola serekî. Herwiha divê em kar bikin bo lawaztirkirina rola wan ku ev jî hevrikiyeke di navbera me û Tirkiyeyê de, ji ber ku Tirkiye dixwaze Îxwan Muslimîn bên pêş û desthilatê bigirin destê xwe.
Mebesta wan jî ew e ku meseleya kurd di destûra nû ya Sûriyê de bicih nebe, lê tenê hinek mafên çandî ji Kurdan re bên dabînkirin, weke vekirina dibistan yan peymangeheke bi zimanê kurdî, lê belê di destûrê de Kurd weke milletekî ji Ereban cuda neyên qebûlkirin. Tirsa Tirkiyeyê heye eger mafên gelê kurd di destûra nû ya Sûriyê de bicih bûn, wê çaxê ew jî neçar dibe mafên Kurdan di destûra xwe de binivîse.
Me 4 daxwaz ji Beşar Esed re şandin, me got bila Qamişlo û Efrîn bibin wîlayet, meseleya Kurdên bênasname çareser bike, zimanê kurdî bi biryarekê bibe zimanê fermî
Beşar Esed daxwaz ji we kir ku hûn pêre rûnin û got emê destûra Sûriyê biguherin û mafên Kurdan tê de bicih bikin. Ji ber çi hûn neçûn?
Hinek tiştên taybet çêbûn. Esed cara yekê gazî me kir, me got bila çend rojan weke firsend bide me, dûre me 4 daxwaz ji Beşar Esed re şandin, me got bila Qamişlo û Efrîn bibin wîlayet, meseleya Kurdên bênasname çareser bike, zimanê kurdî bi biryarekê bibe zimanê fermî û sozê jî bide guherînan bike, da ku em mafên milletê kurd bidestve bînin. Eger van daxwazan qebûl bike, emê pêre rûnin û eger na em ne amade ne. Wan jî bersiva me neda.
Îslamî nikarin dewletê bi awayekî hevdem birêve bibin
Senaryoya herî bikêrhatî bo Sûriya piştî Esed çi ye? Îxwan tên û dewleteke olî ava dikin?
Piştî şikestina şepêla sosyalîstî, li welatên erebî rêbazên erebî yên şoven hatin û ew jî şikestin. Mimkune partiyên îslamî jî bi ser nekevin, ji ber ku îslamî nikarin dewletê bi awayekî hevdem birêve bibin. Lewma yek ji wan senaryoyên ku heye li Sûriyê çêbibe, dirustbûna 4 federaliyan e, yan jî li ser bingeha navçeyan dabeş bibe. Rast e, xelk dibêje ev ne mimkun e, lê vaye li Sûdanê dabeşbûn çêbû, li Sûriyê jî elewî weke mezheb êdî nikarin li jêr desthilata dewleteke navendî kar bikin û ev dibe sedemê derketina kêşeyeke mezin li Sûriyê. Encama wê jî, li Sûriyê sîstemeke federe çêdibe.
Civata Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê daxwaza mafê biryardana çarenivîsê bo Kurdan dike, lê Ebdulbasit Seyda, ku endamê ofîsa cîbicîker a Civata Niştimanî ya Sûriyê ye, dibêje ew nizanin partiyên kurd daxwaza otonomiyê dikin, yan nenavendîtiyê, yan federalî û serxwebûnê dikin. Bi baweriya te divê ev mijar bê ronîkirin ku Kurd daxwaza çi dikin?
Pêwîst e ronî û kifş be ku Kurd daxwaza çi dikin li Sûriyê û bo vê mebestê jî niha em destûrekê datînin û di demeke nêzîk de hewl didin daxwazên Kurdan ronî bikin. Di qonaxa yekê de divê opozisyona sûrî meseleya mafê biryardana çarenivîsê qebûl bike, ji ber ku eger li Sûriyê şerê navxwe derket, emê daxwaza federaliyê bikin, lewma carnan gava em daxwazên xwe ronî nakin, qazanc tê de heye.
Heya vêga Amerîka ji Civata Niştimanî ya Sûriyê ne razî ye
Lê bi baweriya we eger vêga peymanek di vî alî de neyê kirin û belgeyek di destê we de nebe, hûn di siberojê de zerer nakin?
Heya vêga Amerîka ji Civata Niştimanî ya Sûriyê ne razî ye, ji ber ku Îxwan Muslimîn tê de xurt in û naxwaze rola wan bibandor be. Amerîka ev civat ne weke nûnertiya Sûriyê, lê weke aliyekî gotûbêjan qebûl kiriye. Lê eger Kurd tevlî wê civatê bibin, wê çaxê dibe ku Amerîka û YEyê vê civatê nas bikin.
Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji we kir ku hûn armancên xwe diyar bikin?
Erê daxwaz ji me kir û got çiqasî hûn daxwazên Kurdan zêdetir ronî bikin baştir dibe.
Em daxwaza federaliyê dikin
Hûn daxwaza çi dikin di vê qonaxê de?
Federaliyet û em hewl jî didin ev biçespe, ji ber ku bi dîtina me eger federaliyet li Sûriyê neçespe, wê şerekî demdirêj ê navxwe çêbibe, ji ber ku bi tu awayî bawerî di navbera Elewî û Sunniyan de nîne.
Ger şer çêbibe, wê zêdetir di navbera Elewî û Sunniyan de çêbibe
Ew şer zêdetir di navbera kîjan pêkhateyan de çaverêkirî ye?
Şer eger bû, zêdetir di navbera Elewî û Sunniyan de dibe û em weke Kurd nabin beşek ji wî şerî. Sunnî hest dikin ev 40 sal in elewî sitemê li wan dikin, lewma Kurd nabin beşek ji şer, lê dibin beşek ji çareserkirina kêşeyan li Sûriyê.
Em weke partî û Civata Niştimanî ya Kurdî rê nadin şer di nava Kurdan de derkeve
Tu metirsî tune ku Kurd şerê hev bikin, ji ber ku tê gotin ku nêzîka du hezar çekdarên PKKê li Efrînê hene?
Em weke partî û Civata Niştimanî ya Kurdî rê nadin şer di nava Kurdan de derkeve, lê eger aliyekî kurdî bê û li me bide û xelkê bikuje, wê demê em bê bersiv namînin.
Vêga PYD li Rojavayê Kurdistanê civatên navçeyan pêk tîne û dibistanan çêdike û hêzeke wê ya çekdar jî heye. Ev nabe sedemê derketina şerekî navxwe?
Ev ne cara yekê ye PKK tiştên wisa dike. Cara yekê gava parlemen li Herêma Kurdistanê çêbû, wan jî parlemenek li derve çêkir. Gava hikûmet li Kurdistana Îraqê hat çêkirin, wan jî li Kurdistana Sûriyê û Tirkiyeyê civatên navçeyan çêkir. Ev tiştine demkî ne û derbas dibin, ev tiştên taktîkî ne û ne stratejîk in.
PYD her car tiştekî dibêje, bi dîtina min PYD nikare karê hevbeş bike
PYD derbarê kongreya niştimanî de dibêje “Me dixwest xelk nûnerên xwe hilbijêrin û nûner di kongreyê de beşdariyê bikin û dûre di nava kongreyê de Civata Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê bê pêkanîn, lê aliyên din xwestin bi tifaqî nûneran hilbijêrin.” Gelo nakokî ev bû ku PYD ji kongreyê vekişiyan?
PYD her car tiştekî dibêje, bi dîtina min PYD nikare karê hevbeş bike. PYD dizane vêga rola wan li Sûriyê paşketiye û rola wan di nav bizava kurdî de tune, lewma dixwaze xwe bide aliyekî.
Gotin divê hilbijartin li deverên kurdî bên kirin û sandoqên dengdanê bên danîn. Hilbijartin vêga li welatekî serbixwe zehmet e, vêga em li Kurdistana Sûriyê ku ne dewlet in çawa bikarin hilbijartineke wisa birêve bibin? Dûre hatin û ji me re gotin divê em wan weke 4 partiyan qebûl bikin, rêxistina ciwanan, a jinan, malbatên şehîdan û PYD. Min jî got eger wisa be êdî divê partiya me li himber 8 partiyan bê danîn, ji ber ku em du caran li PYDê ne. Di vê qonaxê de divê em weke bira kar bikin, niha em ligel biçûktirîn partiya kurdî di Civata Niştimanî ya Kurdî de weke hev in.
Em ji bo danûstandinê ti şertan napejirînin
Du şertên PYDê hene heya ligel we kar bike, yekem: ti pêwendiya we ligel Civata Niştimanî ya Sûriyê nebe. Duyem: hûn helwesta xwe ronî bikin ku dijî destêwerdana derveyî ne bo rûxandina rêjîma Esed. Hûn van herdu şertan qebûl dikin?
Em ti şertan qebûl nakin bo danûstandinê. Me şertên Beesiyan red kirin bo diyalogê, êdî çawa şertên PYDê qebûl dikin. Em amade ne komîteyekê pêk bînin bo hevahengiyê, lê şertên wan qebûl nakin. Em biryarê li ser destêwerdana derveyî bo rûxandina Beşar Esed nadin, derbarê Civata Niştimanî ya Sûriyê jî em ji ber du tiştan pêwendiyan ligel dikin, yekem: li ser kolanê xurt in. Ya din jî em dixwazin pêwendiyên xurt ligel aliyên din ên civatê çêbikin, bi mebesta lawazkirina Îxwanan.