Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi peyamekê bûreên duhî yên bajarê Zaxoyê şermezar kiirn û got ku ew kiryar bi pilaneke pêşwext amadekirî çêbûne. 

Herwesa serok Barzanî di peyama xwe de dqaxazê ji xelkê Kurdistanê dike ku:

Pêkvejiyana neteweyî, olî û mezhebî bikin armanca serekiya xwe û rêz li wê pêkvejiyanê bigrin ya ku çendîn sale beşek buye ji kultura gelê Kurdistanê û îro bûye cihê rêzgirtina hemû welatên cîhanê.

 

Ev li jê teksta peyama serokê Kurdistanê ku ji malpera fermî ya serokatiya herêma kurdistanê hatiye wergirtin:

 

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Mixabinî piştî nîvroya roja înê 02/12 bi handana çend mamostayekî olî hejmarek genc rabûn bi çend kiryarekên têkderane û dirustkirina aloziya li nav bajarê Zaxoyê û êrîşî çend cîheke geşt û guzarî (tûrîstî) kirine bi taybetî ew cihên ser bi birayên mesîhî û êzîdiyan in. Wiha pêdiçe ev kar li gor bernameyekî, pêşwext amadekirî, hatiye encamdan.  Piştî vê aloziyê jî, mixabin, disa hejmarek ji xelkî weke bîşandana reaksyonê êrîşa çend baregehekên Yekgirtiya Îsalmî kirine ku eve jî bi heman awayî karekî ne rewaye.

 Hêzên navxo hewlekî zêde dane bo ku kontrola alozî û êrîşê bikin lê belê nekarîn.

Ez,  hem wan hemû kiryarên nemirovane û neyasayiyane şermezar dikim, û hem jî daxwazê ji xelkê Kurdistanê dikim ku pêkvejiyana neteweyî, olî û mezhebî bikin armanca serekiya xwe û rêz li wê pêkvejiyanê bigrin ya ku çendîn sale beşek buye ji kultura gelê Kurdistanê û îro bûye cihê rêzgirtina hemû welatên cîhanê.

Ji bona rêgitin lo pêşiya dûbarebûna her kiryarekî neyasayî a weke ya roja înê min biryar da ji bo lêkolînê komîteyeke taybet pêkbînin û tedbîrên yasayî beramber wan kesên ku ew tawan kirine bên bikaranîn  û bi tundtirîn awayî jî bihêne sizadan.

Parastina pêkvejiyana birayaneya di navbera pêkhatên Kurdistanê bi tenê ne erkê hikûmeta herêmê ye, belku erkê hemû xelkê Kurdistanê ye ku pêwîste parêzgeriyê lêbikin û bi tu awayekî rênedin tu kes û aliyan ku vê pêkvejiyanê têk bidin û bi her behaneyekî cûr bi cûr jî bê rewşa aramî û serweriya yasayê li Herêmê binpêbikin. Ez tekîd  dikim ku bi hemû şiyanan bergiriyê ji azadî,  pêkvejiyan û mafê hemû pêkhatên gelê Kurdistanê bikim.

Mesûd Barzanî

Serokê herêma Kurdistanê

03/12/2011

Herwesa îro serokê  Kurdistanê Mesûd Berzanî, ji bona lêkolîna bûyerên Zaxoyê, bi biryarekê  komîteyek pêkanî ku pêk tê ji:
1- Azad Mela Efendî: Serokê Lîjne.
2- Endamekî Parlemena Kurdistanê.
3- Endamekî Mekteba Tenfîzî ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê.
4- Nûnerekî ji birayên Mesîhiyan.
5- Nûnerekî ji birayên Êzdiyan.
Pêwîste hemû dam û dezgehên herêma Kurdistanê hevkarî vê lîjneyê bibin.

 

Nêrînek

  1. Heja Seroke KURDISTANE BARZANI,\nErê hun rast dibejin.\nEger hun desture bidin ereba Kurdistane bikin mizgeftistan Kurdistane heft rengine bibe Efganistan.\n\nNaksibendiyen organizasyoneke fasiste yane GULEN ew e Kurdistane bike golla xune.\nMixabin gelo aqilbenden we çima were eskere nabeje avakirina mizgeftan suna ol pàrezwanen ne islamiya teng dikin hun ji viya ji mi bastir zanin.\n\nGere hejaye viya bizanibe islam ser e dixwaze ew ji mina fasizma hitlere gere hun destura avakirina miskefta qedexe bikin.\nKURD U KURDISYANIYAN RA fabrike lazime \nmizgeft nan deva nine.\nDisa gere hemu dibistanen kurda da ola kurda ya yekemin u pesin EZDITI u olen rind ben e naskirine u van olan bi cave dujmintiye nebinin.\n\nYIK a fasist u fesat dixaze kurda ber e hev bide ev kuciken erebistan u erdogan disa ye irana fasiste eger hun benda islama fasit negirin rojek rojan xwede neke Kurdistane bibe erebistan parezvane instegriste islamiyan ji bibin taliban.\n\nEv ji xewna Kurd u Kurdistaniyan xerab bike.\nDisa hun ji bas zanin ku gelek tist deste weda ji heye qanuna \nderxin u ki ev xirabti kiriye gere dersa wi rind bidine dayin an na rojen tari hemu ser Kurdistaniyan da be hevidarim hune zu benda ve xirabtiye bikin.\nBira nekin listiken ereban tirk u fersen fasit li nav meda rind te naskirin u dirokeda ji dersa xwe rind hildin.\n\nSilav u rez \nGino LOBARO

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: