Cîgirê serokwezîr pêşwaziya neviyê Seyîd Riza kir
Piştî di derbarê qirkirina Dersimê de serokwezîrê Tirkiye Erdogan doza lê borînê kirî pirsa Dersimê cardin ket di rojeva siyasî de û gelek bi awayên cuda gotubêj li ser têne kirin.
Di vê derbarê de neviyê serokê serhildana Dersimê Seyîd Riza, Polat Riza di bernameyek televizyonî de daxwaziyên xwe gotin û di derbarê helwesta Erdogan de dîtinên xwe ragihandin.
https://rojevakurd.com/rojev/8988-Neviy-Seyd-Riza-dewleta-Tirk-dixwaze.html
Wek din Riza polat li gel serokê CHP-ê Kemal Kilçdaroglu jî hevdîtinek pêkanî û di derbarê helwesta CHP-ê de dîtinên xwe ji Kiliçdaroglu re gotin.
Doh jî neviyê Seyid Riza û serokê federasyona komeleyên Dersimê li Ewropa serdana cîgirê serokwezîr Bulent Arinc kirin û hevdîtinek dirêj li gel Arinc pêkanîn.
Piştî hevdîtina li gel Bulent Arinc Riza Polat bersiva hinek pirsên rojnemevana da.
Polat Riza ji rojnemevana re got: Helwesta serokwezîr gelek keyfa min xweş kir. Serokê federasyona komeleyên Dersimê li Ewropa, Yaşs Kiliç jî got: Doza lêborînê helwestek bi cesaret bû.Piştî vê yekê rûpelek nû vebî ku di tê de rastî bête nivîsandin. Nirxandina dîrokê ne karê rojekî, yan jî mehekiye pêvajoyek dirêj e. Em dixwazin arşîv vebin û ev rastî bête zanîn.