Serok Barzanî Bexdadê hişyar kir

Serokê Herêma Kurdistana Federe Mesut Barzanî, ji hikumeta Iraqê a Nurî El Malîkî xwest ku, li ser Kurdistanê qerta fişara malî bikarnîne.
Serok Barzanî, bi heyeta Amerîkî a di bin serokatiya Cîgira Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Elizabeth Jones re li Hewlêrê hate ba hev. Ji biroya Serok Barzanî daxuyaniyeke nivîskî hate weşandin. Hat diyar kirin ku, pirsgirêka Iraqê ew e ku, li gorî zagon û peymanan tevnagere. Dîsa jî heta ku ji destê me tê, em piştgiriyê didine reformên li Iraqê. Ji bo vê jî, qasî ku ji destê me tê em bi hemû aliyan re têkiliyên xwe xurt dikin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, em bi zagon û peymanan re li ser soza xwe ne. Em ji mafên ku em ji zagonê digrin jî, jênagerin.
Bi taybet jî di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, hikumeta Iraqê li ser Kurdistana Federe qerta malî wek fişarê bikatnîne.