Civak
Kolana mezin li Sêrtê pakij bû

Piştî hatina hukmê leşkeri sala 1980-ê li Tirkiye, li gelek bajarên Kurdistanê şîraên nijadperestî li ser cadeyên mezin hatibûn nivîsandin.
Li gelek bajaran “Ez bextiyarim ku Tirkim“ “ Tirkek li himberê cîhanê hemûyê ye“ “ Ey Tirk wesfê xwe bide, kar bike, baweriyê li xwe bîne“
Eve demeke hêdî hêdî şonwarên 12- îlonê yê darbeya leşkerî têne rakirin. Nivîsek ji wan jî Li bajarê Sêrtê hebû. Lê Kesek li vê nivîsê xwedî dernediketa. Herî dawî waliyê nû yê Sêrtê bi fermanek nivîskî daxwaz kir ku ev nivîsa bi navê “ Ey Tirk wesfê xwe bide, kar bike, baweriyê li xwe bîne“ li ser cadda mezin li Sêrtê bête rakirin.
Bê goman piştî rakirna vê nivîsa nijadperestî xemla kolanan jî xweştir dibe.