Polîtîk

Mirovên Aqîl wê neqşerêya xwe li Stenbolê eşkere bikin

 

Li ser zêdebûna şer û pevçûnan, saziyên sivîl dest bi xebatn çareserkirina pirsgirêka Kurd kirin. Bi navê “Tevgera Mirovên Aqîl”, civîyan û tê payîn ku, roja înê li Stenbolê neqşerêya xwe bi rayagiştî re eşkere bikin. 

Li gorî agahiyên hatine girtin, di pêşengiya Serokê Komeleya Pişe û Karsazên Başûr Rojhilat (GUNSÎAD) Şahîsmaîl Bedirxanoxlu, Serokê Baroya Amedê Emin Aktar, Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê Racî Bîlîci û Serokê Şaxa Mazlumderê a Amedê Abdurrahîm Ay de, Tevgera Mirovên Aqîl a ku hatye destpêkirin, roja înê li Stenbolê wê bi çapemeniyê re werina ba hev û bi rayagiştî re neqşerêya xwe eşkere bikin. 

Tevgera Mirovên Aqîl, li Stenbolê çen rojan berê civîna ewil lidarxistibûn. Tevgerê, xebatên xwe zêde kirin û ketine nav lez û beziyekê. 

Tê diyarkirin ku, piştî civîna duyemîn, xebatên tevgerê û neqşerêya wan wê zelal bibe.  

 

Back to top button