Rêya diyalogê nema
Doh li Enqere serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan di civînek a AK Partiyê de li ser rojeva siyasî û bûyerên vê dawiyê li herêmê pêk tên dîtinên xwe gotin.
Erdogan beşek axavtina xwe de behsa PKK û BDP kir. Di vê derbarê de Erdogan got: Ji berî cejnê me dît ku hevdîtinek ya parlementerên BDP-ê û teroristan çêbû. Muhabeta wan kûr bû. Wê rojê wan hev hemêz kir destê xwe li pişta hevudin dan. Sala 2005-ê ji van ev yek kir. Ji çîya bi hevra hatin xwar, evin ku yên naxwazin dengê siyasetê bilind bibe, ew dengê çekan dixwazin.
Erdogan di axavtina xwe da xuyakirin ku“ xwîna desta gerilan ve li pişta parlementeran ve jî maye, ev xwîn ji wan nayê pakij kirin..“
Erdogan berdewambuna axavtina xwe de got: Hinek ji van dibêjin herêmên azad di bin destê PKK-ê de ye. Ew derewan dikin.Hevserokê BDP-ê van tiştan dibêje. Eger rû yê wî hebûya dê li Qendîlê bûye ne li Parlementoyê. Tu temsila vî miletê nakî , çewe tu tê parlementoyê û sund dixwî.
Erdogan di axvtina xwe gotina dawî got: Eger hun ji xwere cihekî rihet digerin kerembikin biçin Qandîlê. Lê eger di nava vê parlementoyê de tekoşînê bidin, bila hurmeta we ji desturê re hebê. Na eger vê nekin ji xwe me ji dadweriyêre jî gotiye. Ewê tişta pêwîst bikin. Herweha di parlementoyê de jî emê tişta pêwîst bikin.
Li ser vê axavtina Erdogan parlementerê BDP-ê Buldan daxuyaniyekî de got: Eger ew destê xwe bidin hevalekî me emê parlementoyê biterikînîn, ma çi karê me li parlementoyê heye.
Herweha li Diyarbekirê ji bo bersiva axavtina Erdogan BDP civînekî dike û ihtimalek mezin dê îro bersiva axavtina Erdogan ji aliyê hevserokên BDP-ê Selahatin Demirtaş û Gulten Kişina ve bête dayîn.
Kifşe ku piştî bûyerên Suriye pêvajoya li Tirkiye jî di siyasetê de tund bûye. Taybetî erîşên dawî li devera Şirnexê ki heyvekî hir ve berdewamin, daye xûyakirin ku rêya diyaloge bi temamî hatiye girtin û tenê şer bingeh tê girtin.
Serokwezîrê Tirkiye di gotinên xwe de gelek bi tundî PDP-ê rexne dike û heta hedî wek parlementer û siyasetmedarên di parlementoyê de wan nabîne. Çi bibe bila bibe dema bi hemû awayî pirên diyalogê bêne xirakirin zimanê şer û tundî bête karanîn tu ronahiyek ji bo çareseriyê namine.
Niha li Tirkiye û Kurdistana Bakur pêvajoyek din rêve diçe. Ev pêvajoyek gelek xeter e û tu berjewendiya kesekî di vê pêvajoyê de tuneye. Ji ber ku zimanê şer axvtin têne kirin.