61 penaberî jiyana xwe ji dest da
Li Tirkiye devera bajarê Îzmîrê di derya Ege de keştiyek ya ku benaber ji qiraxê Tirkiye dibiran Yunanistanê binav bû û di encam de 61 kes avê de xeniqîn û jiyana xwe ji dest dan.
Li gora agahdariyên medya Tirkî dide,kesên ku jiyana xwe ji dest dane 18 jinin, 28 zarokin û 3 kes jî zarokê ku li ber şîrin.
Ji kesên keştiyê de 45 hatine xilas kirin û herweha kaptanî keştiyê û arîkarî wî jî ji aliyê polisan ve hatine binçav kirin.
Li gora agahdariyan devera Îzmîrê li navçeya Mendersê 200 benaber hatine da ku keştiyê sivar bin. Lê vê keştiyê tenê kariya 104 rêviyan rake.Dema keştî bi rêketiye demekî kin li hinek tehtên di nava deryayê ketiye û bin av bûye.
Weneyê trajediya penaberan
Piştî hatiye zanîn ku keştî binav bûye polis û dezgehên din ji bo rêviya xilas bikin çûne cihê bûyerî. Lê mixabin 61 termên kesên mirî derxistine.
Dema penaber li Keştiyê siwar kirine derî li ser wan girtine û ev yek bûye sedemek mezin ku evkas insan mirine. Gelek ji van benaberan ji Îranê, Suriye, Filistîn û Irakê ne. Li gora agahdariyan beşek ji van kesên jiyana xwe ji dest dayîn kurd in û qeerê 20 kesî ji Kurdistana Rojhilatin.
Gelek bûyerên bi vî awayî bi rêya kaçaxçîyan li Tirkiye bûne û bi sedan insana di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dane.