Civak

Serok 38 saliya YNKê pîroz kir

Birayên min Cîgirên Sekreterê Giştî û Endamên Mekteba Siyasî û Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê

Ji bo sîh û heştemîn salvegera damezrandina Yekîtî germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we yên birêz û kadîr û endam û alîgirên Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê dikim. Hêvîdarim ev salveger bibê sedema pêşxistina yekrêziya gelê me û handerek jî bê ji bo wê yekê ku bi hêztirkirina aramiya Kurdistanê û kûrbûna giyana tebayî û birayetiya di navbera hemû hêzên siyasiyên Kurdistanê û pêşxistina kiyana neteweyî û hemû aliyeke din de şiyanên xwe yek bixîn.

Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê xebat û qurbaniyeke gelek mezin li rêya azadî û rizgarîxwaziyê da bexşiye. Yekîtî li qonaxa birêvebirina welat û mîsogerkirina mafên gelê me û parastina destkeftan rolekî ber bi çav û nîştîmanperwerane dîtiye û cihê destê wê li hemû warên xebata siyasî û neteweyiya gelê Kurdistanê de diyare.

Bi pêwîstî dizanim li vê helkeftê de hêviya başbûnê ji bo birayê minê birêz Mam Celal Sekreterê Giştiyê Yekîtî bixwazim hêvîdarim bi zûtirîn demî vegerê nav me. Hêviya serkeftinê ji bo hemû endam û alîgirên yekîtiyê dixwazim bimînin ji bo Kurd û Kurdistan.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê

Back to top button