Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku daxwazkirina mafên gelê Kurdistanê ne şerm e û got: ‘’Lê mixabin hinek alî hewl didin daxwazkirina mafên gelê Kurdistanê û şirketên biyanî yên petrolê ji Bexdayê bikin şerm.
Nêçîrvan Barzanî di merasîma derçûna xwendekarên Zanîngeha Emerîkayê ya li Silêmaniyê de gotarek pêşkêş kir û got: ‘’Di serdana me ya dawî ya Bexdayê de me ligel birêz Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî û aliyên din ên peywendîdar gelekî bi eşkere behsa pirsgirêk û çareseriya wan kir, di encam de jî rêkeftinek di navbera herdu aliyan de hat îmzekirin.
Barzanî got: Herwê demê me ji wan re got hêvîdar in vê carê hun vê rêkeftinê cîbicîh bikin ku rê ji bo çareserkirina pirsgirêkên din ên bingehîn re jî vedike. Em hêvîdar in daxwazên gelê Kurdistanê cidî bên dîtin û ji destûra İraqê dernekevin.’
Nêçîrvan Barzanî tekez kir, ew di çarçoveya destûra İraqê de bi awayekî cidî li ser wan mafan pêdagir in ku ji bo Kurdistanê di destûrê hatine û got: ‘’Em wek mafê xwe dibînin pirsgirêkên wek; cîbicîhkirina madeya 140, danûstandineke dadperwerî ligel butçeyê li gor destûra federalî, pirsa butçeya hêzên pêşmerge, pirsa yasaya petrol û gazê ya İraqê, mafê Herêma Kurdistanê di çavkaniyên xwezayî de, bi tevahî bên çareser kirin.’’
Serokwezîr wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Li gor destûra İraqê, çênabe em bi hîç awayekî şerm bikin ku daxwaza dabeşkirineke dadperwer a butçeyê û mafê şirketên petrolê yên li Herêma Kurdistanê dikin, lê mixabin hinek alî dixwazin daxwazkirina wan mafên gelê Kurdistanê wek şerm pêşan bidin.’’
Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku heta niha gotûbêjên wan ên ligel Bexda û ligel welatên din jî di çarçoveya destûra İraqê de bûne û axaftina xwe wiha qedand: Lewra em pêbendê wan hemû rêkeftinan dibin ku di encama gotûbêjan de hatine îmzekirin.