Civak

Sernivîskarê Livîn ji hêla hêzekî çekdar ve hate girtin

Mihemed Mîre ku birayê Ehmed e di vê derbarê de ji AKnewsê re ragihand ku berî çend deqeyan, hêzekî çekdar bi navê Hêzên Amade avêt ser avahiya kovara Livîn û sernivîskarê kovarê Ehmed Mîre girt.

Mihemed amaje kir ku ew çekdar di 4 otomobîlên leşkerî de bûn û destpêkê derdora avahiyê dorpêç kirin, di wê demê de bi tenê Ehmed di nav avahiyê de bû û bi awayekî ne xweş ew girtin û tev xwe birin.

Mihemed got jî, “Çekdaran amaje bi wê yekê kirin ku ji bo girtina Ehmed Mîre, wan biryara dadgehê wergirtiye û ew ber bi cihekî nediyar ve birin.”

Derbarê vê bûyerê, peyamnêrê AKnewsê pêwendî bi Birêveberê Asayişa Silêmaniyê kir, lê pêwendiyê serî negirt, berpirsê ragihandina Birêveberiya Polîsê Silêmaniyê jî got ku ew ne haydarî wê bûyerê ye.

Girtina Ehmed Mîre di demekê de ye, di 29ê meha borî de, rojnameger û birêveberê kompaniya Awêne Asos Herdî rastî êrîşa çend çekdarên nenas hat û birîndar bû.

Livîn, kovareke siyasî rexneyî ye û her meh 2 caran tê weşandin û avahiya wê ya sereke li bajarê Silêmaniyê ye.(AKnews)

Back to top button