Serkeftina Kurda di yekhelwestî û yekgirtina netewî de ye.

Daxuyaniya Tevkurd
“Weke ku tê zanîn di 7-ê Adarê de li seranserê Iraqê û Kurdistanê hilbijartinên Parlamena Iraqê ne. Demekî dirêj li ser beşdariya Kerkûkê ya ji bo hilbijartinan, di navbera hukumeta merkezî û Îdara Kurdistanê de nerazîbûn derketin. Aliyê Ereban nedixwestin ku li Kerkûkê hilbijartin çêbibin. Belê Kurdan vê carê “xeta sor” kişandin û encama wê bi dest ve anîn.
Nuha Kerkûkî jî beşdarî hilbijartinê Iraqê dibin. Beşdariya Kerkûkê serkeftine û ji sê aliyan de pozîsyona Kurda xurt dike; ji alîkî ve temsîla Kurdan li Parlamentoya Iraqê zêde dike, ji aliyê din ve kartê siyaseta Kurd, bi taybetî di mesela Kerkûkê de berztir dike. Herweha, encama hilbijartinên Kerkûkê, dikare weke referandûma madeya 140-ê jî, bê qebûl kirin.
Ji nuha de pirsa Kerkûkê bûye mijara sereke ya hilbijartinê. Cemawerê Kurdistan li ser pirsa Kerkûkê hesas e û li ser piya ye. Propaganda, ajîtasyon û sonda hemû partî û kandîtên Kurd jî, li ser Kerkûkê ye. Her weha li seranserê dinyayê hêvî û çaverêya hemû Kurdan jî Kerkûk e.
Em weke Tevgera Yekîtiya Neteweyî ya Kurd (TEVKURD), pirsa Kerkûkê pirseke stratejîk, pirsa “man û nemanê” dibînin. Heta nuha me gelek caran balê kişande ser pirsa Kerkûkê. Çavdêrî ew e ku di mesela Kerkûkê de heta nuha siyaseteke defansîf, perçebûyî û pasîf hatiye meşandin. Pirseke weke pirsa Kerkûkê girîft, encax bi siyaset-dîplomasiyekî pro-aktîf dikare çareser bibe. Îro şert, îmkan û hêza Kurda ya ku mesela Kerkûkê çareser bike heye. Belê ji vê bonê îradeyeke berz, siyaseteke neteweyî û hevmuşterek pêwîst e.
Heta nuha ya xuya dike ew e ku Kurd dê bi sê lîsteyan têkevin hilbijartinan; Lista Hevpeymanî ya ku ji PDK, YNK û 12 partiyên din pêktê, Lista Goranê û ya Zahmetkêşan.
Ji bo pêşeroja federaliya Kurd û Ereba, hilbijartinên Iraqê grîng in. Di reorganîzasyona Iraka nû de Kurda roleke sereke û pozîtîf leyîstin. Ji nuha û pêde jî îhtiyac bi rola Kurda heye. Serkeftina Kurda, di yekhelwestî û yekgirtina netewî de ye.
Rewşeke pir tabiîye û pêwîstî jî pê heye ku Kurd di nav xwe de firealî; pir rengî û pir dengî bin. Di siyaseta navxwe de bi qasî desthilatdariyê, pêwîstî bi muxalefeta xurt jî heye.
Belê li hemberê der û di ayîndeya Iraqê de perçebûnî dê rol û pozîsyona Kurda qels bike. Siyaseta neteweyî di navxwe de çiqas perçe dibe bila bibe, belê li hemberê der yekgirtinê dixwaze. Tu sedemekî îdeolojîk û siyasî divê nebe sedemê perçebûna temsîla neteweyî ya li pêşberî dost û dujminan.
Em weke Tevgera Yekîtiya Neteweyî ya Kurd (TEVKURD), tucarî tedaxulî siyaseta navxwe ya perçeyên Kurdistanê nakin û di nava hêz û aliyên Kurdan de teref nagirin. Lêbelê, wexta ku li aliyekî Kurd, li aliyê din hêz, teref an dewletekî din be, bê qeyd û şert em destek û piştgriya birayên xwe yên Kurd dikin.
Bi van fikr û hestan û bi hêviya çareserkirina kêşeya Kerkûkê, em banga piştgriyê li îrada yekgirtî ya netewa Kurd li Kurdistana azad dikin!”