Polîtîk

“Hedba û Goran civiyane”

Hewlêr – Lîsteya Hedba ragihand ku bi Lîsteya Goran re civiyane û dibe ku di çend rojên dahatî de hevpeymaniyê bi wan re saz bikin, lê Lîsteya Goran vê yekê ret dike.

Cîgirê Serokê Civata Parêzgeha Mûsilê yê Lîsteya Hedba Dildar Zêbarî ji AKnewsê re diyar kir, “Danûstandina me bi Lîsteya Goran re danûstandineke siyasî û îdarî ye, di warê siyasî de her lîsteke kurdî bawer bi vê hebe ku mîlîs û hêzên serbazî li Mûsilê bi kar neyne, em dê wekî lîsteya Hedba bo encamdana çalakiyan li Mûsilê alîkariya wan bikin, Goran jî li hizrên netewîbûnê derçûye û namzedên erebî hene”.

Zêbarî wiha pê de çû, “Ji ber ku nêrînên siyasî berdewam di guherînê de ne, ez nikarim bêjim ku dê hevpeymaniyê bi Goranê re pêk bînin, lê dûr nîn e ku di dahatî de hevpeymaniyê bi wan re pêk bînin”.

Di warê alîkariya bi Goranê re di propagandeyên hilbijartinan de li Mûsilê ji hêla Hedba ve Zêbarî wiha got, “Ji ber ku Partiya Demokrat a Kurdistanê li ser pirsên neteweyî reqe, lewma em nikarin bi wan re gotûbêjan bikin, lê Goran di pirsên neteweyî de nermiyê nîşan dide, lewma em alîkariyan wan dikin ku li Mûsilê bi azadî paropagandeyan bikin”.

Zêbarî axaftina xwe wiha berdewam kir, “Di navbera serkirdayetiya Goran û Hedba de rûniştina fermî bo guherîna nêrînan û hewldan bo girêdana hevpeymaniyê hebûye, lê heya niha negihîştine rêketinê”.

Di vî warî de kesê duyê yê Tevgera Goran Mihemed Tofîq wiha got, “Ev axaftina Zêbarî tu bingehek nîn e û navbirî derewan dike”.

(AKnews) 

Back to top button