Cîhan

Obama û Medvêdêv li hev kirin

Ji aliya xizmeta çapemeniya Kremlînê hat ragihandin, Dmîtrîy Mêdvêdêv û Barak Obama ji bo amadekariya peymana nû ya li ser Çekên Stratêjîk yên Êrîşkar (START) li hev kirin, ku talîmatan bidin delegeyên xwe da ku proseya gotûbêjan bilezînin. Ew yek di encama pêwendiya telefonî ya di navbera du serokan da pêk hat. Agahiya han ji aliya ajansa RIA novostî ve hatiye belav kirin. Şîrovegerê sîyasê Vîktor Yênêkêyêv vê mijarê berdewam dike.

Serok Mêdvêdêv bixwe demekî berî viya gotibû, ku amadekariya peymana nû, ku şûna Peymana START-1 bigre, 95 selef hatiye qedandin. Wekî tê zanîn gotûbêj li pişt deriyên girtî tên meşandin. Lê belê derbarê astengiya rastîn da agahiyan cuda tên belav kirin. Hin der dor behsa çend prosedurên teknîkî û hûrîyên zimanê nivisandinê dkin. Paşê Serfermandarê Bîryargeha Giştî ya Hêzên Leşkerî yên Rûsyayê Nîkolay Makarov amaje kir, ku astengiya li pêş xelasbûna gotûbêjan li Cenevreyê ew e, ku di peymana dahatû da hevkêşiyek di navbera çekên êrîşkar û yên berevanîyê da tune. Û bi taybetî girêdayî bi plana Amêrîka ya bicîkirina Mertalên Mûşekê li Ewrupayê, pirsê han ji bo Moskovayê bûye pirseke pir giring. Piştî ku Amêrîka plana xwe ya bicîkirina elemanên sîtemê xwe li Romanyayê aşkere kir, rewş hîn aloztir bû. Hêjayê gotinêye, ku Bulxarîstan jî amadeye bibe beşekî vê plana Amêrîkayê.

Ew sedemên jorgotî hemû bûn asteng li pêşiya xelasbûna gotûbêjan li Cenevreyê. Bi gotineke din, êdî demek wisa hat, ku Kumandanên sereke , ango serokkomarên Rûsya û Amêrîka neçar man daxuyaniyan bidin. Ji xwe di hevdîtina telefonî da jî daxuyanîya navborî hatin kirin. Her çiqas agahî derbarê hevdîtinê da pir kêm e, lê dîsa aşkere bû, ku lîderên her du welatan bi rêkeftinên xwe yên berê va girêdayî mane. Tê zanîn, ku di nabera her du serokan da pêwendiyeke pêbawarî heye û nîyeta wan a sîyasî jî aştîxwaz e. Lewma jî tu guman nîne ku riya çareseriya tevayî pirsgirêkan bên peyda kirin.

Dema em helwêstekî wisa ji aliya Krêmlînê û Koşka Sipî didin ber çavan, dê hingê bi baweriyeke xurt dikarin tekez bikin, ku belgeyê navborî di demekî nêz da wê bê mor kirin. Peymana nû wê bibe destkeftekî mezin di riya nermbûna pêwendiyên Rûsya û Amêrîka da her wisa di qaîmbûna aştî û aramiya cîhanê da. Belgeyê navborî wê ji welatên din ên xwedî çeka atomî ra jî wê bibe mînak, da ku ew jî dev ji çekên qirkirna girseyî berdin û xwe nêzîkî cîhanekî bê nukleerî bikin.

 

(Ruvr)

Back to top button