
Nêçîrvan Barzanî daxwazê ji hemû hêz û pêkhateyên Kurdistanê dike ku bîranîna serhildanê bikin hêvênê biratî, pêkvejiyan, yekrêzîyê û nehêlana pirsgirêk û nakokiyan daku bi vê yekê canê karwanê şehîdên Kurdistanê şad bikin û hemû pêkve ber bi paşerojeke baştir pêngavan pavêjin. Pêkve ji bo Kurdistaneke aram, avadan têbikoşin ku herdem bi landika azadî, lêborînî, pêkvejiyan û hevdûqebûlkirinê bimîne
Teksta peyama serokê herêma Kurdistanê:
Di bîranîna sîh saliya serhildana Adara gelê Kurdistanê da, silav ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê, serê rêz û rûmetê jî li ber giyanê wan yê pîroz da diçemînîn, bi hurmet û rûmetê ve wan bi bîrtînîn.
Silav li gelê xweragirê Kurdistanê ku bi hemû pêkhatên wê ve wekî îro berî sîh salan li Ranyaya xweşdivî derbasgeha serhildanê, bi girseyeke cemaweriya mezin da beramber bi sitem û dîktatoriyê serhildan kir û li gel Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê, yek bi yek gund û bajarok û bajaran welatî azad kirin.
Îro di demek da bîranîna wan rojên pîroz û qehremanên wê dikîn, Kurdistan ji hemû demekê zêdetir pêwîstî bi tebayî û pêkveyî û yekrêziya hemû aliyan û pêkhatên wê heye, heta ku bikarê peyam û armancên pîrozên serheldanê û berhema xwîna şehîdan biparêze û ber bi paşerojeke baştir pêngavan pavêje.
Wekî çawa di dema serhildanê da tevahiya Kurdistaniyan bi hemû pêkhatên neteweyî û olî û hemû hêz û aliyên siyasiyên cûda ve, li bereyeke yekgirtî da pêkve raperîn û serkeftîn, niha jî bi heman awayî em hemû pêkve dikarîn rûbirûyê dijwarî û gefan bibîn û mafên xwe yên destûrî bi dest ve bînîn û biparêzîn.
Di vê bîranîna pîroz da daxwazê ji hemû hêz û aliyan û pêkhatên Kurdistanê dikim, bîranîna serhildanê bikîn hêvênê tebayî û pêkveyî û yekrêzî û nehiştina pirsgirêk û nakokiyan heta giyanê karwanê şehîdên Kurdistanê şad bikîn û em hemû pêkve ber bi paşerojeke baştir pêngavan pavêjîn, pêkve ji bo Kurdistaneke aram, avadan û aram têbikoşîn ku herdem bi landika azadî, lêborînî, pêkvejiyan û hevdû qebûlkirinê bimîne.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
05.03.2021