Bedirxan

Serhildana Mîrê Botan

MÎREKTIYA SORANAN

Mîrektiya Soranan mîrektiyeke Kurdistanê ya kevnar e. Ev mîrektî ji bera kurdan ya bi navê Rewandiyê ye û kurdekî navdar ê weke Selhedînê Eyûbî jî ji vê berê ye.[1]Vê mîrektiyê di dema Mîr Mihemed de xwe gihandiye asta xwe ya herî hêzdar. Mîr Mihemed ango bi nasnavê xwe Paşayê Kor, di sala 1788’an de li Rewandûzê ji dayik dibe. Ji ber ku çavê wî yê çepê kor bû, jê re dihat gotin Paşayê kor. Mîr Mihemed di sala 1813’an de serokatiya mîrektiyê ji dest bavê xwe Mistefa Begê digire.[2]Di hinek çavkaniyên din de jî tê gotin ku Mîr Mihemed mîrektiyê bi darê zorê ji bavê xwe digire. Mîr Mihemed mîrektiya xwe gav bi şerê navxweyî, gav jî bi şerê neteweyî yê ku li hember neteweyên din dide, mezin dike. Di sala 1818’an de serfiraziya mîrektiya xwe îlan dike û ji bindestiya Osmaniyan derdixe mîrektiyê. Li ser navê xwe xutbeyê dide xwendin û diravan çap dike.[3]Di dîroka kurdan de gelek mîrektî hatine û çûne lê stêrka tu mîrektiyekê weke mîrektiya soranan zû nebiriqiye û zû netemiriye.[4]Mîrektiya soranan berê êrîşî mîrektiyên herêmê dike. Wek mînak mîrektiya Amediyê ji vana yek e. Dûre mîrektiya Babaniyan dikeve bin desthilatdariya Soranan. Li dû dagirkirina Babanan di 1933’an de Akrê, Mêrdîn û Amed jî bi dest xistin. Herêma Behdînanê jî bi temamî ket destê Soranan. Mîrektiyê di demeke kurt de hêza xwe mezin kir û hejmara artêşa xwe gihand dora 50 hezar leşkerî.[5]Wê demê ji ber ku Osmanî jî bi serhildana waliyê Misrê Mehmed Elî Paşa re mijûl bû gelek hêz wenda kiribû. Lewre Mehmed Elî Paşa Misr û Surî girtibû ji destê Osmaniyan. Ev yek jî bûbû sedema rihetiya Mîrektiya Soranan. Lê Osmaniyan dema mezinbûna hêza Soranan dîtin, fam kirin di pêşerojê de wê êdî nikaribin bi vê mîrektiyê. Lewre Mîrê Kor ango Mîr Mihemed hêzên xwe yên leşkerî di heman demê de bi çek û topên nûjen jî xemilandibû. Yekem car mîrektiyeke kurd bi Mîr Mihemed dibe xwediyê topan. Her çawa Osmanî bi Mehmed Elî paşa re di şer de bûn Îranî jî wê demê bi Oris re di şer de bûn û nikaribûn berê xwe bidin vê mîrektiyê û bi wan re şer bikin. Di vê navberê de Mîr Mihemed bi Mehmed Elî Paşa re peymana dostaniyê jî îmze kiribû. Lê bi têkçûna Mehmed Elî Paşayê Misrî ji bo mîrektiyê jî rojên xeternak dest pê kirin. Li gel faktorên siyasî hinek sedemên din jî bûn sedema rûxandina vê mîrektiyê. Mîrê Kor ji ber ku di demeke kurt de gihaştibû hêzeke mezin vê hêzê serxweşiyek dabû wî û ne tenê bi neyarên xwe re şer dikir, di heman demê de bi eşîrên derdorê yên kurd re jî şer dikir. Bi vê boneyê neyar li xwe zêde kiribû.

 Di sala 1835’an de wayliyê Sêwazê Reşîd Paşa bi hêzeke mezin berê xwe da vê Mîrektiyê. Wayliyê Bexdayê Elî Riza Paşa û wayliyê Musilê Mihemed Paşa jî hêzên xwe bi yên Reşîd Paşa re kirin yek û li gel her sê artêşan hinek eşîrên kurdan jî gihandin xwe û êrîş birin ser vê mîrektiyê.Li dû têkoşîneke mezin di Tebaxa 1836’an de Rewandûz rûxiya û mîrektî dîsa ket bin desthilatdariya dewleta Osmaniyan. Mîr Mihemed Mişextî Stenbolê kirin, lê bi rê de kuştin.[6]

  Ez dixwazim ji sedemên rûxandina Soranan çend heban diyar bikim. Ya yekem; digel hêza xwe ya çekdarî Mîrektî ji alî siyasî ve ne pêşketî bûn û ji mercên siyasî sûd wernegirtin. Ji alî taktîkê ve jî gelek xeletî hatin kirin. Wek mînak dema bi Osmaniyan re di şer de bûn di heman demê de eniyeke şer bi îraniyan re jî vekirin û bi wan re jî lev xistin.[7]Sedeke rûxandina Soranan ya din jî ev bû; li şûna ku bi mîrektiyên kurdan yên din re destbirakiyê pêşvebibin, bi wan re şer kirin. Ji van mîrektiyana yek mîrektiya Botaniyan bû. Bedirxan Begê Botanî di wê demê de gelek hêzdar bû lê ji ber ku Mîr Kor êrîş bir ser wan hêza wan jî ya xwe jî şikand.

 

 SERHILDANA BOTANÊ

Bi sistbûna dewleta Osmaniyan re sê mîrektiyên kurd yên mezin, li kurdistanê ketin hewldana serfiraziyê. Ev her sê mîrektiyên mezin ev bûn: Mîrektiya Babanan, Mîrektiya Soranan û Mîrektiya Botanê. Her du mîrektiyên ewilî me di rêzenivîsên xwe yên borî de daxuyandibûn û em li ser pêvajoya serhildanên wan sekinîbûn. Li dû têkçûna mîrektiyên Babaniyan û Soranê tenê mîrektiyeke mezin û li nav welêt bin av û deng mabû: Mîrektiya Botanê. Mîrê Botanê Mîr Bedirxan di sala 1821’an de hatibû serokatiya mîrektiyê. Bi serokatiya Mîr Bedirxan re xebatên serfiraziyê jî dest pê kiribû. Mîr Bedirxan ji aliyê eşîrên derdorê jî gelek dihat hezkirin û di demeke kurt de vê hezkirina xwe wergerand serokatiyeke bi nav û deng. “Herêma Botanê di bi serokatiya wî de ketibû bin ewlehiyê. Beriya serokatiya wî li herêma Botanê rêbirî û eşqiyatî gelek bû lê bi hatina wî re gelê herêm xwe di ewlehiyê de hîs dikir. Ji şervanên wê herêmê artêşeke ava kiribû. Artêşa xwe ne tenê ji eşîra xwe ava kiribû. Ji hemû eşîrên wê herêmê yên herî şervan xistibû artêşê. Van leşkerên artêşê ji serokeşîrê xwe bêtir xwe girêdayî Mîr Bedirxan hîs dikirin û bi fermaneke wî re hemû ji bo şer amade bûn.”[8]Li gel avakirina artêşekê û ewlekirina herêmê di heman demê de Mîr Bedirxan bi serok û mezinên kurdan yê wê demê de jî têkiliyên baş li dar xistibû. Wek mînak bi serokê Hekkariyê Nûrûllah Beg re, Bi serokê herêma Wanê Xan Mehmûd re û wekî din jî ji Qersê heya Mûş û Amedê bi hemû serok û mezinên kurdan re di têkiliyê de bû û van serokên herêman jî rêzeke mezin didan wî.[9]Tenê kurdên başûr yên ku hê nû hatibûn qirkirin bi serhildana Soran û Babanan û kurdên Dêrsimê ji tifaqê dûr mabûn. Di sala 1828-29’an de osmanî û orisan bi hev re şer dikirin. Dewleta osmaniyan ji bo piştgiriya vî şerî ji Mîr Bedirxan leşker xwest, lê Mîr Bedirxan leşkerên xwe neşandin hewara osmaniyan. Bi vê yekê jî sînyala serfiraziyê da dewleta osmaniyan. Lê ji ber ku Osmanî hê çendeke berê bi serhildana Misrê ya Mehmed Elî Paşayê Qawalayî û Serhildana Rewandûzê û ya Babanan, ji aliyê din jî bi oris re di şer de bû deng dernedixist li hember mîrektiya Botanê. Lewre nedixwest ku eniyeke şer ya din jî veke.

  Mîr Bedirxan di sala 1842’yan de serfiraziya kurdistanê îlan kir. Li ser navê xwe pere da çapkirin û xutbe da xwendin. Cîzîr kir paytextê kurdistanê û ala kurdistanê jî li ba kir. Serokên kurdan yên din jî li hember vê serfiraziyê destbirakiya xwe diyarkirin û di bin serokatiya Mîr Bedirxan de hatin cem hev.

  Mîr Bedirxan hêz û sînorên xwe roj bi roj berfirehtir dikir. Ji behra Wanê heya rojavayê îranê, ji Amedê heya Mûsilê xist bin desthilatdariya xwe. Dewleta Osmaniyan êdî têgihaşt ku Mîrektiya Botanê ji bo wan xetereyeke mezin e. Serî li fen û fûtan xistin. Wek mînak Suryaniyên herêmê li hember mîrektiyê kil kirin.[10]Di van fen û fûtan de jî aqil ji Îngilîzan digirtin. Lewre ji serhildana Rewandûzê bigirin heya ya Botanê, di têkçûna kurdan de roleke Îngilîzan ya  taybet hebû.

  Meseleya Suryaniyan ji ber vê kilkirinê roj bi roj xirabtir dibû. Di sala 1843’yan de serokê suryaniyan Mor Şamûn ala Îngilîstanê di avahiya xwe ya ku tê de rûdinişt de li ba kir. Bi vê yekê re bûyeran jî dest pê kir û Mîr Bedirxan berî da suryaniyan. Êrîş bir ser gundê wan. Di vî şerî de bi hezaran mirov hatin kuştin. Van bûyerana ne tenê ji bo suryaniyan, ji bo kurdan jî nebaş bû. Lewre bi vê yekê re suryaniyan berê xwe dan îngilîz û orisan û di qada navnetewî de jî kurd ketin rewşeke xirab û bêyî alîkarî.

  Mîr Bedirxan li dû şerê bi suryaniyan re amadekariyeke mezin dikir ji bo artêşa osmaniyan. Lê biraziyê wî Ezdînşêr ji aliyê osmaniyan ve hat xapandin û derbasî aliyê osmaniyan bû. Ji ber vê xiyaneta Ezdînşêr osmanî ji paş ve herêma Botanê dorpêç kirin û mîrektî xistin. Mîr Bedirxan heya 20’ê Tîrmeha 1847’an jî di ber xwe da û dûre hat girtin û birin Stenbolê.[11]

  Mîr Bedirxan hat girtin lê bi girtina wî re serhildan nesekinî. Du salan li dû girtina wî jî osmaniyan êrîşên xedar birin ser herêmê û artêşa osmaniyan bi serokatiya Reşîd Paşayê bi berçavk, komkujî û tehdeyên nedîtî li herêmê li dar xistin.

 

 SERHILDANA EZDÎNŞÊR

Li hember serhildana Botanê ya Bedirxaniyan dewleta osmaniyan neçar mabû û serhildêr roj bi roj bi pêş diketin. Li hember vê pêşketinê osmaniyan lîstikên xwe yên kevnar li dar xistin. Ji malbata Bedirxaniyan fermandarê serhildana Botanê yê bin av û deng Ezdînşer xapandin. Bi Ezdînşêrê fermandarê artêşa herîm ezin ya serhildana Botanê re li ser serokatiya herêmê bi hev kirin. Gotin heke tu alîkariyê bidî me em Mîr Bedirxan têk bibin em ê serokatiya herêmê bidin dest te. Ezdînşêr ji berk u mîrektî neketibû dest bavê wî, ji dêvla Bavê wî apê wî Mîr Bedirxan bûbû mîr, jixwe aciz bû ji wî. Bi vê aravê jî dê heyf ji apê xwe bigirta û bibûya serokê herêmê di şûna apê xwe de. Li hember vê pêşniyara osmaniyan bi apê xwe re şer kir û osmanî bi ser ketin. Serhildana Botanê bi vî awayî têk çû. Mîr Bedirxan hat girtin û tevli malbata xwe çardeh salan mişextiyî Gîrîtê bû. Li dû Gîrîtê berê xwe da Stenbolê û ji wê jî çû Şamê. Kurdistan li wî û malbata wî malbata wî qedexe bû.[12]

Li dû têkbirina serhildana Botanê, di şûna Mîr Bedirxan de osmaniyan soz dabûn Ezdînşêr ku wî bikin Mîrê herêmê. Lê di şûna Ezdînşêr de waliyekî xwe dan ser herêmê û Ezdînşêr li hember vê yekê serî hilda. A rastî Ezdînşêr Beg yekî nezan bû û ji siyasetê jî baş fam nedikir. Lewre xayîniya wî ya li hember Mîr Bedirxan jî, serhildana wî jî heya radestbûna wî jî hemû ji nezanî pêk hatibû. Li aliyekî xayînek bû di dîroka kurdan de. Lewre serhildaneke mezin ji rûyê wî de hatibû têkçûyîn. Lê ji aliyekî jî kurdekî welathez û kurdewar bû, lewre li hember osmaniyan dîsa ji bo welatekî azad û serfiraz şer li dar xistibû.

Di 1854’an de di meha rêbendanê de serhildana Ezdînşêr Beg dest pê kir û di demeke kurt de Bilîs ji dest osmaniyan girtin. Vê yekê dil da serhildêran û heya salekê gelek bajarên Kurdistanê ji dest osmaniyan girtin. Di 1855’an de Mûsil jî ket destê Ezdînşêr Beg û bi vê yekê serhildêrên kurd bûn xwediyê cebilxaneyeke mezin û pereyan. Êzîdiyên ku di bin serokatiya Husên Beg de serî hildabûn li hember osmaniyan Sêrt jî xistin bin destê xwe û tevli artêşa Ezdînşêr Beg bûn.[13]

Di zivistana 1855’an de artêşa Ezdînşêr Beg li her devera welêt belav bûbû û êdî ne tenê ji kurdan pêk dihat. Di nav artêşê de ji bilî kurdan, ermenî û suryanî jî hebûn. Hejmara artêşê roj bi roj zêde dibû. Êdî xwe gihandibû nêzî sed hezar kesî hejmara serhildêran. Mebesta Ezdînşêr ew bû ku êrîşê Erziromê û Wanê bike. Heke Erzirom û Wan bi tevahî bi dest keta dibû ku bi orisan re têkiliyek ava bikirana û ji neyartiya osmaniyan û orisan sûd wergirta. Lê nebû. Ji ber ku zivistan bû orisan xwe vekişandin, ji ber vê yekê têkiliya serhildêran û orisan jî bi hev re çê nebû. A rastî orisan jî pirr bawerî bi Ezdînşêr nedihanîn. Lewre dibû ku çawa apê xwe Mîr Bedirxan li cî hişt ew j îli cî bihiştana.

Osmaniyan dîtin ku li Kurdistanê rewş xirab e û her roj serhildêr bêtir pêşve diçin. Artêşeke mezin kom kirin û êrîş birin ser serhildêran. Serhildêran li hember van êrîşan di ber xwe didan û osmanî bi tu awayî bi ser nediketin. Osmaniyan dîtin ku dê bi awayê çekdarî nikaribin vê serhildanê rawestînin. Ji şirîkên xwe îngilîzan alîkarî xwestin û dek li Ezdînşêr çêkirin. Gotin em ê bi Ezdînşêr Beg re rûnîn û her çi bixwaze em ê leh ev bikin. Balyozê îngilîzan yê Mûsilê bawerî da Ezdînşêr û ew bir levhatinê. Ezdînşêr Begê ku ji bo levhatinê çûbû cem osmaniyan hat girtin û li Stenbolê xistin zindanê[14]. Bi vî awayî serhildaneke kurdan ya din têk çû li hember tirkên osmanî.

1 Dr.Celîlê Celîl: XIX.YY Osmanlı İmp. Kürtler, rp:72

2 Xemgîn, Ethem: Kürdistan Tarihi, rp:50

3 Torî: Tarihte Türk-Kürt ilişkileri, rp: 167

[4] Dr. Kaws Kaftan: Baban, Soran, Botan, rp:46

[5] Torî: B.N(Berhema Navborî), rp:169

[6] Torî: B.N, rp:171

[7] Dr. Kaws Kaftan: B.N, rp:52

[8] Martîn Van Bruinessen: Ağa, Şeyh, Devlet, rp: 275

[9] Martîn Van Bruinessen: B.N, 275

[10] Dr Kaws Kaftan: Baban Botan Soran, rp: 68

[11] Torî: Tarihte Türk-Kürt ilişkileri, rp:176

[12] www.kimsoran.com

[13] Torî: Tarihte Türk-Kürt ilişkileri, rp:178

[14] Berhema Navborî: rp:178

 

Mihemed Ronahî

Jêder: Azadiya Welat

 

Back to top button