Serhildana Kurdistanê li gel xwe çi xizmetan anî ?
Li 29 salan da Hikumeta Herêma Kurdistanê karî şoreşekî mezinê xizmetguzariyan pêkbîn. Sala 1991 li Kurdistanê çi hebû û niha çi heye, wate behsa wan guhertinan dikîn ku sala 1991 ve heta niha li Kurdistanê rûdane.
Li gor amarên sala 1987 nîştecihên her sê bajarên Silêmanî, Hewlêr û Dihok 2 milyon kes bû, lê belê li sala 2020 da nîştecihên Kurdistanê bûye 6 milyon û 170 hezar kes, wate bi rêjeya sedî dûsed zêdekiriye li gor wê hejmarê salê 137 hezar kes li Herêma Kurdistanê zêde dibin.
Dahata takekesî li sala 1991 da 1.400 dolar bû, niha ji 7.000 dolar zêdetire. Li sektera tendirustî da li sala 1991 da 26 nexweşxane hebû, niha 121 nexweşxane heye, her li salan nohtan de 3731 qeryole li nexweşxaneyan hebûye, niha ji 7.805 qeryole zêdetire. Li sala 1991 da 826 pizîşk hebû, niha hejmara pizîşkan 6.693.
Kerta Perwerdeyê de li sala 1991 da 842 xwendingeh li Kurdistanê da hebû, niha 5.641 xwendingeh heye. Lê belê Kurdistan hê jî pêwîstî bi sê hezar xwendingehên din jî heye.
Her wiha li sala 1991 da 21.389 mamosta hebû, niha ji 128.000 mamosta zêdetir hene, li salên 1991 da rêjeya nexwendewariyê ji sedî 37 zêdetir bû, niha ji sedî 14 kêmtire.
Li sala 1991 da yek zanîngeh û 3 peymangeh hebû, niha li Kurdistanê 49 zanîngeh û peymangehên hikumî û taybet hene ku 16 zanîngeh û peymangehên hikumîne, her wiha 33 jî taybetin.
Li kertên xizmetguzariyên din wekî av li salên nohtan da 700 hezar metir sêca av berhemdihat, niha 2 milyon metir sêca av tê berhemanîn. Li sala 1991 da 3 bendav hebûn û niha 17 bendav hene, lê belê Kurdistan pêwîstî bi 240 bendavên din heye ku 18 ji wan mezinin.
Li salên derbasbûyî de li Kurdistanê yek milyon û dûsed hezar metir dirêjiya hêl û boriya veguhestina avê hebû, niha 7 milyon metir boriyên avê hatine rakêşandin.
Li kerta rê û baniyan, berî sala 1991, 1200 km rê hebû, bi qîrkirî û têkilhev, rêya dûsaydî li navbera bajaran nebû, niha nêzîkî 700 km yek sayd û dû sayd hatine dirustkin, her wiha 6.500 km rêyên gundan hatine dirustkirin. Bi kurtî zêdetirê 105 milyon metir rê hatine qîrkirin, 8 milyon metir jî hatiye konkrît kirin.