Kultur

Şeredarên CHPê konserên hûnêrmendên Kurd betal dikin..!

Şeredariyên CHPê konserên hûnêrmendên Kurd îptal dikin.

Duh konsera Rojda ji aliyê Şaredariya Kuçukçekmeceya Stenbolê ya CHPê ve hatibû betalkirin. Konsera muzîkjenê kurd Diljen Ronî ya ku dê di 6ê Kanûnê de li Navenda Çandê ya Bajêr a Şîşli Cemîl Candaş bê lidarxistin, îro bi hinceta “nûkirinê” hat betalkirin.

Ronî der barê mijarê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir ku piştî daxuyaniya fermî ya Şaredariya Şîşliyê ya CHPyê ew ê daxuyaniya pêwîst bidin.

Pîştî ku, Serokê Şaredariya Esenyurtê ya Stenbolê Ahmet Ozer hat binçavkirin û şandin girtîgehê, şaredariyên CHP’ê yên Stenbolê konserên hunermendên Kurd betal kirin, ev yek gelekî balkêşe û beşek ji siyaseta rastîya CHPê ye.

Back to top button