Şeredarê Dersimê dibe namzetê şeredariya Kadikoy a Stanbulê

Şaredarê Dersimê Fatîh Mehmet Maçogluyê ku di raya giştî de wek “Şaredarê Komunîst” tê nasîn, dê di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de bibe namzetê şaredariya Kadikoya Stenbolê ya Partiya Komunîst a Tirkiyeyê. Maçoglu got, “Partıya min biryara dawî girt. Ez ê di hilbijartinên 31’ê Adarê de di bin sîwana TKP’ê de bibim namzetê Kadikoyê, weke namzetê hevpar ê nêzî 20 sazî û partiyên siyasî ku di nav de saziyên çepgir ên sosyalîst jî hene.”
Maçoglu dê di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de bibe namzetê şaredariya Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) ya Kadikoya Stenbolê.
Maçoglu di derbarê namzetiya xwe de daxûyaniyek da û got: Heta niha di derbarê namzetiya min de civîn dihatin kirin. Partiya min nû biryara xwe da. Ez ê di hilbijartinên 31’ê Adarê de di bin sîwana TKP’ê de weke namzetê hevpar ê nêzî 20 sazî û partiyên siyasî, saziyên çep ên sosyalîst jî di nav de, ji Kadikoyê bibim namzet. Ez spasiya hemû hêz û partiyên sosyalîst dikim ku min wek namzet nîşan dan. “Em bi xwe bawer in, em ê bi ser bikevin.
Kadikoy navçeyeka nawendî ya Stanbulê gelekî mezin û girîng e. Şeredarê Kadikoy ê niha ji CHPê ye û piraniya caran CHP şeredariya vê navçeya Stanbulê destve tîne.