Li Bakurê Kurdistanê ji aliyekî ve şerê di navbera çekdarên PKKê û hêzên ewlehiya dewletê de bi tundî berdewam e. Gelek cara behsa zerera vî şerî hatiye kirin. Di vî şerî de mirov dibîne ku hinek berpirsiyar û parlementerên HDPê di navbera AKPê û PKKê de mane. Heta radeyekî daxûyaniyên xwe bi zorê dighinên raya giştî. Ya dilê xwe nabêjin ya ku ji wan re tê gotin dibêjin.Hinek parlementerên HDPê li dijê siyaseta xendeqane û di hinek minasebetan de vê yekê dibêjin lê kes guh nade wan û desthilatdariya wan tuneye.Ji berî du rojan parlementerê HDPê Sirri Sureya Onder di parlementoyê de axavtinek kir. Onder got: Pêwendiyên me li gel Qendilê de û hemû ji çûyin hatinê me yên Qendilê dewlet agahdar bû. Her gava me avêtî bi biryara konseya ewlehiyê dewletê ya netewî pêkhatiye. Ew dizanin me çi kiriye û .Di bingehê xwe de axavtina Onder armanca vî şerî û pêwendiya ku di navbera PKKê û AKPê de dide xuyakirin. Lê mixabin îro berpirsên PKKê bi hesanî dikarin aliyên din bi dostaniya AKPê tawanbar bikin. Ev ji xwe cureyek ji siyaseta wan e.Eger tu siyaseta şer bi rêve dibî û di vî şerî de israr dikî çi karê we di parlementoya Tirkan de heye. Na eger hun xebata demokratik û rêya diyalogê dixwazin pirsgirêka xwe çareser bikin çi karê we li çiya heye.Herdu bi hevre nabe. Di vê pirsê de HDP divê xwe zelal bike. Nabe mirov hertiştekî fedayê 4 kiruş miaşê parlementoyê bike û bê deng be.Ji aliyek din li Bakur partiyên ji derê HDPê yên ku navê Kurdistanê hatine damezirandin û qada legal de xebata xwe dikin, hêdî hêdî ber bi pêş ve diçin. Doza mafê kurda yên netewî dikin. Di çalakiyên xwe de Ala Kurdistanê bilind dikin û nirxên Kurdistanî xwedî derdikevin.Ev aliyên ku bi nirxên netewî xwedî derdikevin û herweha bi van nirxan siyasetê dikin xeta netewî li Bakur bi hêz dikin.Daxwaziyên van partî û aliyên siyasî ji daxwaziyên PKK/HDPê gelekî radikaltirin û daxwaziyên netewîne.PKK hemû hêza xwe ji şer digre û kesên di bin vê sihê de siyaseta legal dikin nikarin xwe îfade bikin. Dema ku li Bakur xelk ji siyaseta bin siha tifengê tê kirin netirse dê rastiya xwe jî bibînin. Analiz/Rojevakurd