Rojhilatê Musilê ji DAÎŞ pakij bû

Şêwirmendê Encûmena asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragehand ku, îro Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê 60 Km çargoşe li rojhilatê Mûsilê ji çekdarên DAIŞê rizgar kir. Îro 29 Gulanê, bi ferman û serperiştiya rasterast a Serokê Herêma Kurdistanê û Fermanderê Giştî yê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Mesûd Barzanî Pêşmerge êrîşekî berfireh li bereya Xazir birin ser çekdarên DAIŞê. Herwiha Fermandeyê Fermadeya Pêşmergeyên zêrevanî Ezîz Weysî ragehand ku, bi serkeftina opoerasyona îro ti metirsî li ser Hewlêr namîne. Di operasyona îro de Pêşmerge gihştine gundê Werdik û Tel Eswed û niha ew bi tenê 20 km ji navenda bajarê Mûsilê dûrin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: