CîhanPolîtîk

Krîza aborî ji bo reformê derfet e

Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Cîgirî Serokwezîr, Cîgirê Skreterê Giştiyê Neteweyên Yekgirtî û nûnerê Banka Cîhanî li Îraqê û hijmarek wezîr û perlemantarên Herêma Kurdistanê û Îraqê û balyoz û nûnerên welatên biyanî û ajansên neteweyên yekgirtî û akademîst û pisporên navxweyî û biyanî, Pilana Refotma Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate ragihandin ku bi alîkarî û piştîvaniya Banka Cîhanî û NY û Wezareta Pilandanê û saziyên biyanî û navxweyî hatiye amedekirin.Di rê û resmê de, piştî pêşkêş kirina hijmarek peyvan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyvek pêşkêş kir û zêdebarê bi xêrhatin kirina amadebûyan, bi taybetî Mesûd Barzanî ku tevî mijûlbûn bi şerê DAIŞÊ, beşdarê vê rê û resmê bûye. Her wiha rê û resma ragihandina Pilana Reforma Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hikûmet û gel û dost û alîkarên Herêma kurdistanê giring daye zanîn û pêdagirî li ser cidiyet û pêdagirtina hikûmetê kir ji bo reform û baştir kirina rewşa Herêma Kurdistanê li hemû waran.Serokwezîr behsa sedemên qeyrana darayî kir wek qût kirina budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê û amaje bi xerciyên şerê dijî terorîstên DAIŞÊ û hebûna hijmareka zêdeya penaber û koçberên destê terrê û ji nişkave daketina nirxê petrolê kir ku hemû li dervey îrade û deshilata Herêmê bûn. Lê eva bi wate ya vê yekê nine ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li sîstema darayî û îdarî pirsgrêk nebûye, hikûmetê li ser bingeha îdariya bo demê kurt, navincî û domdirêj pilan heye û kar kiriye.Ev yeke jî got ku riyên bilezên hikûmetê ji bo berhingar bûna krîza darayî wek hilgirtina hinek ji mûçeyan, paşxistina pirojeyên sektora giştî û weberanînê, qerkirin ji bank û kompaniyanên lokalî û biyanî, qerkirina biyanî û hin riyên din, tenê metodên bilez û nihayî ji bo berhingarbûna kirîzê bûye, ku ji bo demê domdirêj nabe çareseriya yekcarî, lewma hikûmetê pûwîstî bi nexşe rê û pilaneka reforma bingehîn ya darayî û aborî û kergêrî heye, ku li ser pîwer û bingehên zanstên navdewletî û bi alîkarî û çavdêriya aliyên têkildarên navdewletî bihê amadekirin, ku xelkê hejar û kêm dahat biparêze, ku bi cih anîna pilnan nebe sedema rûdana rewşeka dijwartir ji wan re. 

Back to top button