Civak

Şerê mafya kete nav dibistana Çiya li Duhokê

Îro 10/4/2010 danê subê kurê ( Wehîd Kovilî ) bi demancê hêriş bire ser xwendekarên dibistan Çiya li Duhokê û 2 xwendekar bi giranî birîndar kirin. Yek ji şagirdên dibistana navbirî dibêje:” piştî ku devjeniyek di navbera kurê Wehî Kovilî û şagirdekê din de çêdibe ew diçe demancê ji mal tîne û hêrişê tîne ser şagirdên dibistanê û 2 şagirdên ku tu peywendiya wan bi şer û devjeniyê ve nebû birîndar dike”.

Wek tê zanîn ( Wehîd Kovilî ) di salên 1990 bi teklîfa Baasiyan Endamekî Perlemanê Kurdistanê û hindek kadroyên din yên partiya Komunîsta Kurdistan li Duhokê kuştin û reviya Mosilê.

Paşê berî ketina Rejîma Sedam kesekî Baasî ê giring li Mosilê dikuje û tê  Duhokê û bi kuştina vî kesê Baasî jî pereyekê gelek mezin dikeve desta û wek mafyayek li Duhokê tê naskirin û berî 2 salan wî kesek li nîva sentera Duhokê kuşt û yek jî birîndar kir, berî çend mehan jî karzasekî Tirk li Duhok  revand û 500.000 pênc sed hezar dolar jê standin. Nuha jî êdî kurê wî destpêkiriye şopa babê xwe digire.

Back to top button